Ermenîstanê Qirkirina Êzidiyan nas kir

Parlamenta Ermenîstanê, sûcên ku li dijî Êzidiyan hatine kirin weke qirkirinê nas kir.

Parlamenta Ermenîstanê, pêşnûmeya li ser sûcên ku sala 2014'an ji aliyê DAÎŞ'ê û hin çeteyan ve li dijî Êzidiyan hate kirin weke 'qirkirinê' nas dike, qebûl kir. Di dengdanê de 91 dengên 'erê' û dengekî bê alî hate dayin.

'EM NAS DIKIN Û BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN'

Di biryarnameya pêşnûmeyê de wiha hat gotin:

"Ermenîstan dilsoziya xwe ya bi parastina mafên mirovan, pîvan û armancên Peymana Neteweyên Yekbûyî re ji nû ve destnîşan dike, hewldanên civaka navneteweyî yên ji bo pêşîgirtina li sûcên qirkirinê û cezakirina van sûcan, berpirsyariyên dewletan ên ji bo hurmeta li mafên neteweyî û hindikahiyan girîng dibîne, soza Ermenîstanê û gelê Ermenîstanê ya li ser pêşîgirtina li qirkirinan destnîşan dike û qirkirina ku rêxistinên terorê yên li Iraqê sala 2014'an li civaka Êzidî hate kirin nas dike û bi tundî şermezar dike."

'DIVÊ SÛCDAR WERIN CEZAKIRIN'

Alîkarê Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamenta Ermenîstanê Rostem Mahmûdyan ji bo lêkolînkirina sûcê qirkirinê bang li raya giştî ya navneteweyî kir. Mahmûdyan ku bi xwe jî Êzidî ye got, "Ev sûcên tirsnak, salên 1915-1923'an li dijî civaka Ermenî weke sûcê qirkirinê hate kirin û dişibin hev. Pejirandina qanûnê têrê nake, ya girîng ew e ku bang li civaka navneteweyî were kirin ji bo vî sûcî lêkolîn bike û bike ku berpirsyarên vî sûcî werin darizandin."