Erkmen: Gelê me wê faşîzmê tune bike

Siyasetmedarê DEM Partiyî Celalettîn Erkmen diyar kir ku divê gelê me xwedî li îradeya xwe derbikeve û got, “Ji vir û şûnde êdî zêde tiştek nemaye ku ew bikin. Wê mîna berê aqûbeta wan, weke aqûbeta ANAP û DYP’ê be. Gelê me wê faşîzmê tune bike.”

XESPA ÎRADEYÊ

Celalettîn Erkmen ê ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2024’an de, namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû, xespa îradeya gel û têkoşîna gel a li dijî vê yekê ji ANF’ê re nirxand.

Erkmen diyar kir ku qeyûm ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî îradeya gel binpê dike û got, “Ev modela mêtingeriyê ye. Niha qeyûm avêtine Esenyûrtê jî. Li wir endamên meclîsê hîna li ser wezîfeya xwe ne. Di rastiyê de li gorî qanûnê, meclîsa şaredariyê divê kom bibe û di nava xwe de serokwekîlekî bijêrin. Lê belê li Kurdistanê, endamên meclîsê nagirin şaredariyê jî. Ev sekin di dewletên antîdemokratîk de jî nîne. Sîstema heyî nikare gelên Tirkiyeyê li ba hev bigire û bi rêve bibe. Lewma Komar divê demokratîk bibe. Bi avakirina demokrasiyê re wê li vî welatî, aştî pêk were. Me di pêvajoya dawî de jî anî ziman; gel jî qebûl kir ku Birêz Ocalan ji bo aştiya mayînde ya li vî welatî, kesekî girîng e.”

Celalettîn Erkmen destnîşan kir ku li dijî faşîzmê, divê gel xwedî li îradeya xwe derkevin û bilêv kir ku wezîfeyên cidî dikeve ser milê rêxistinên civakî yên sivîl. Erkmen got, qeyûm ne rewa ne û lewma gel divê xwedî li îradeya xwe û kesên hilbijartî derbikeve.

Celalettîn Erkmen di dawiya axaftina xwe de, bal kişand ser binçavkirina Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar û ev tişt anî ziman: “Sîstemên xwe diguherînin. Dibe ku ev jî destpêkek nû be. Hesab kirin ku nerazîbûna li dijî qeyûm, wê çend rojekan dewam bike. Lê her ku diçe nerazîbûn xurt dibe û berfireh dibe. Dibe ku binçavkirina hevalê me, taktîkek nû be. Xelkê Amedê wê xwedî li îrade û hevşaredarê me derbikeve. Helbet ku ti gava ne demokratîk bê avêtin, wê li ser vê erdnîgariyê rû bi rûyê nerazîbûna gel bimîne. Êdî gel qebûl nake ku bi feraseta kêfî were birêvebirin. Sîstem, hiqûqê jî dike siyasî û bi vî rengî rengî hewl dide welêt birêve bibe. Ji vir û şûnde êdî zêde tiştek nemaye ku ew bikin. Wê mîna berê aqûbeta wan, weke aqûbeta ANAP û DYP’ê be. Gelê me wê faşîzmê tune bike.”