Erdogan wê li Berlîn û Kolnê were şermezarkirin

Erdogan ku wê weke Serokkomar rojên 28-29'ê Îlonê serdana fermî ya Elmanyayê bike, tê payin ku li Berlîn û Kolnê bi rengekî girseyî were şermezarkirin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wê 28-29'ê Îlonê serdaneke fermî li Elmanyayê bike. Piştî ku bernameya serdana Erdogan zelal bû, cih û dema çalakiyên protestoyî jî zelal bûn ku wê bi dirûşma "Erdogan not welcome" (Erdogan tu bi xêr nehatiye) bên li darxistin.

Ji bo çalakiyên girseyî yên protestoyî bên lidarxistin, bi navê "Erdogan not welcome" platformek ava bû. Platformê ragihand, xwepêşandana li Berlînê wê 28'ê Îlonê roja Înê saet 16'an dest pê bike Xwepêşandan wê li navenda bajêr li Postdamer Platzê detpê bike.

Tevî Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Elmanyayê, tê payin ku saziyên civaka sivîl ên ji gelek miletan destekê bidin xwepêşandanê. Çalakî wê di wê wextê de bê kirin ku Erdogan wê li qesra Bellevûeyê ji aliyê Serokkomarê Elman Frank Walter Steînmeîer ve bê pêşwazîkirin.

29'ê Îlonê roja Şemiyê jî wê li bajarê Kolnê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. Erdogan wê wê rojê li Kolnê bi alîgirên xwe re bicive. Zelal nebû ku xwepêşandana protestoyî ya li Kolnê li kîjan navnîşanê bê kirin.

Platforma "Erdogan not welcome" destnîşan dike ku Erdogan li şûna ku li Berlînê bi xelîçeya sor were pêşwazîkirin, divê li Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya li Den Haagê were darizandn.