Erdogan parlementerên xwe yên Kurd hişyar kir!

Erdogan parlementerên xwe yên Kurd hişyar kir!

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di bin navê Civîna Şêwr û Nirxandina Rêxistinên Bajaran, li Navenda Giştî ya AKP’ê bi parlementerên bi eslê xwe Kurd û di nava AKP’ê de ne re civînek pêk anî. Di civînê de hat diyarkirin ku di van demên dawiyê de hin ji van parlementeran axaftinên Erdogan rexne dikin û ev yek jî weke ku partî di nava xwe de parçe bûye, nîşan dide. Erdogan hişyarî da parlementerên bi eslê xwe Kurd û ji wan xwest ku li ser planên partiya xwe konsantre bibin.

Rageşiya di nava parlementerên AKP’ê de her roja ku diçe mezintir dibe. Ev yek destpêkê li hemberî axaftinên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan dest pê kir. Roja 3’yê mijdarê civîna li Kizilcihamamê ya ku AKP’ê ji xwe re kiriye edet dest pê kir. Di civînê de gelek wezîrên li ser gelek mijaran agahî dan. Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn jî li ser pirsgirêka Kurd axaftinek kir û ev yek li rastî nerazîbûna hin parlementeran hatin û konspeta ewlekariyê ya li hemberî pirsgirêka Kurd hate rexnekirin. Gotûbêjên herî mezin jî di dema ku Erdogan guhdarî parlementeran kir de pêk hat. Piştî axaftinên nijadperestane yên ji aliyê Erdogan ve tên kirin hate rexnekirin, alozî gurtir bû û Erdogan bi ser hin parlementeran de jî çû. Piştre ev nerazîbûna di nava AKP’ê de berdewam kir û hin parlementeran jî dest ji nerehetiya xwe bernedan û zêdetir anîn rojevê.

CIVÎNÊN LI SER HEV

Piştî gotûbêjên li Kizilcahamamê, Cîgira Serokê Koma AKP’ê Ayşe Nûr Bahçekapili bi Erdogan re hevdîtinek pêk anî û nerazîbûnên hin parlementeran jêre ragihand. Piştî vê Erdogan ferman da ku bi parlementerên bi eslê xwe Kurd in re hevdîtinekê pêk bîne. Di civînê de Erdogan ji bo hin xebatên pirsgirêka Kurd peywirdar kir û bi awayeke yekser jî bi hin parlementeran re hevdîtin pêk anî.

Piştî Ayşe Nûr Bahçekapili, Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay û Cîgirê Serokê Koma AKP’ê Mahîr Unal ketin dewrê. Unal bi parlementerên Kurd re civînek pêk anî û Atalay jî derbarê “stratejiya” pirsgirêka Kurd a AKP’ê de agahî da.

Her wiha piştî fezlekeyên ji bo rakirina mafê destnedana parlementerên BDP’ê, ev nerazîbûn zêdetir bû. Beriya her kesê Parlementerê AKP’ê yê Amedê Galîpensarîoglû aşkere kir ku ew ê ji bo vê yekê dengê “Na” bi kar bîne. Piştre parlementerên Kurd ên AKP’ê yên ku heta niha bê deng bû bi dorê ve dengê xwe kirin. Di nava AKP’ê de ji bo parlementer derbikevin televîzyonê ji partiyê destûrê dixwazin. Piştî van bûyeran êdî embargoya derketina televîzyonan danîn ser parlementeran û hin parlementeran guh nedan vê yekê.

CIVÎNA VEŞARTÎ Û GOTÛBÊJÊN HATIN KIRIN

Serokwezîrê Tirk Erdogan ji helwesta hin ji van parlementerên Kurd nerazî ye û piştî demekê roja 4’ê berfanbarê civîna koma partiya xwe pêk anî. Civîn bi awayeke veşartî û ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Di civînê de rakirina mafê destnedana 20 parlementeran û di gelek mijaran de polîtîkayên AKP’ê hatin rexnekirin. Hin parlementeran xwestin ku di demek zû de yasaya parastina bi zimanê zikmakî bikeve meriyetê û Erdogan jî neçar ma ku helwesta xwe ya li hemberî destnedana parlementeran biguherîne. Di civînê de yê ku herî zêde hate rexnekirin jî Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn bû.

PARLEMENTERÊN NIJADPEREST KETIN DEWRÊ

Piştî civîna veşartî ya koma AKP’ê, biryar hate dayin ku di dosyayên destnedanê de berfirehbûnek bê pêkanîn. Piştî vê civînê vê carê hin parlementerên nijadperest ên AKP’ê êdî dengê xwe derxistin. Hin parlementer û wezîran nerazîbûn û rexneyên li hemberî parlementerên herêmê ji Erdogan re ragiahndin. Ji ber vê jî Erdogan bi rêveberiya partiyê re hevdîtin pêk anî û ferman da ku li ser van parlementeran bixebitin.

ERDOGAN BI PARLEMENTERÊN HERÊMÊ RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ

Piştî ku ev mijar di çapemeniyê de cih girt û ev yek di nava partiyê de weke kêmasiyek a Erdogan hate dîtin, Erdogan plana civîneke din kir. Ev civîn jî duh Navenda Giştî ya AKP’ê pêk hat. Di civînê de parlementerên bi eslê xwe Kurd, rêveberên partiyê, cîgirên serokê koma partiyê, wezîr û ji bajarên Kurdan jî şaredar, serokên rêxistinên bajaran, baskên jin û ciwanan amade bûn. Beriya civînê hin parlementeran bersiv dan pirsên çapemeniyê û bal kişandin ser gotûbêjên li Kizilcahamamê. Civîn bi awayeke pir sar derbas bû. Rojeva civînê jî pirsgirêka Kurd û polîtîkayên hukûmeta AKP’ê bû. Di civînê de serokên rêxistinên AKP’ê yên li bajarên Kurdan derbarê bajaran de agahî dan û diyar kir ku operasyonên di bin navê KCK’ê de tên lidarxistin li herêmê rê li ber nerazîbûnek mezin vedike.

DÎSA BIRYARA CIVÎNÊ

Di civînê de ji bo biryara şandina dosyayên parlementerên ji bilî yên BDP’ê pêşniyar hatin kirin û ev yek bi pêşniyaran hate guhertin. Di civînê de hate diyarkirin ku dê van dosyayên destnedanê hemû bişînin komîsyonê û dê li vir jî dosya bên parzandin û dê ne tenê dosyayên parlementerên BDP’ê biçe ber destê Lijneya Giştî ya Meclîsê.

Hin parlementeran xwestin ku ev gotûbêja li ser rakirina mafê destnedanê bi temamî ji holê bê rakirin lê Erdogan ev pêşniyar bi erênî nebersivand. Her wiha, hin parlementer û şaredarên herêmê jî xwestin ku daxuyaniyên tund ên li hemberî mafê zimanê zikmakî bêne nermkirin. Yek ji rexneyên din jî li hemberî polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî Komkujiya Roboskiyê hatin kirin. Lê rêveberiya AKP’ê çêtir dît ku careke din BDP’ê tawanbar bike. Hate zanîn ku di civînê de ji parlementerên Kurd hatiye xwestin ku hay ji têkiliyên xwe yên bi parlementerên BDP’ê re hebin û ji bo vê yekê hişyarî hate kirin.