Erdogan li Swêdê hat protestokirin

Erdogan li Swêdê hat protestokirin

Di dema danûstandinên Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan ên li parlamenta Swêdê de, Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li meydana li ber avahiya parlamentê li hev kom bûn û desthilatdariya AKP û Erdogan protesto kirin.

Di çalakiyê de bi pêşengiya Konseya Kurd a Swêdê, Federasyona Elewiyan li Swêdê, Komeleya Asûrî-Suryanî-Keldanî, Komeleya Çandê ya Piştevaniya Tirkiyeyiyan û Koma Mûkavametê de, Parlamenterên Partiya Çep Jacop Johnson, Amîneh Kakabaveh, Parlamenterê Partiya Keskan a Hawirdorê Bodîl Cebellos, Seroka Koma Şaredariya Stockholmê ya Partiya Çep Ann-Margareth Lîvh û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl axivî û mijarên helwesta desthilatdariya AKP û Erdogan a pêvajoya aştiyê xetimandine, êrîşên li hemberî azadiya çapemenî û ramanê û biçekkirina çeteyên El Nûsra hatin nirxandin û rexnekirin.

Di çalakiyê de alên PKK, PYD, PJAK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan hatin hildan û axaftina destpêkê Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh kir. Kakabaveh ragihand ku "Pakêta Demokratîkbûyînê" ya Erdogan aşkera kir, bersiv nedaye bendewariyên ti beşên civakê û diyar kir ku li Tirkiyeya Erdogan 7 hezar jê BDP'yî zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî hene. Kakabaveh destnîşan kir ku pêvajoyeke bi vî rengî pêvajoyeke demokratîk nîne.

Di çalakiya ku dirûşmên "Her der Nisêbîn her der berxwedan", "Terorîst Erdogan, Bijî Ocalan", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Her der Taksîm her der berxwedan" hat qîrîn de berxwedana gelê Kurd û YPG'ê ya li Rojavayê Kurdistanê hat silavkirin.

SAPO POLÎSÊN TIRK ÊN XWEPÊŞANDAN ŞOPAND QEWIRAND

Ann-Margareth Lîvh da xuyakirin ku Erdogan niha jî li dij derdikeve ku xwendekarên jin û mêr li heman malê bimînin û bi vî rengî li dijî jiyana taybet destwerdaneke nû dike. Lîvh anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê bi lêkirina dîwar li Kurdistanê re peymanên Navneteweyî binpê kiriye û xwest, hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Bodîl Cebellos, binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê xist rêzê û ragihand ku ewê di hevdîtina partiya xwe ya li gel Erdogan de van hemû mijaran bînin rojevê. Parlamenterê Partiya Çep Jacop Johnson jî diyar kir ku ew dixwazin Tirkiye hew piştgiriyê bide çeteyên ser bi El Qaîdeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên berçav biavêje û hemû girtiyên siyasî serbest berde.

Polîsên Tirk jî di dema çalakiyê de li ser kar bû. Komek ji polîsên di qefla Erdogan de cih digirt xwe nêzî xwepêşandanê kir û Polîsê Ewlekariya Swêdê (SAPO) dest li polîsên Tirk werda û ew ji cihê bûyerê derxist. Wezîfedarên Sapo ragihandin ku li xaka Swêdê erka polîsên Tirk nîne ku xwepêşandanan bişopîne û destnîşan kirin ku ewê destûre nedin nêzîkatiyên bi vî rengî.