Erdogan ferman da: HDP’ê asteng bikin

Serokkomarê Tirk û namzetê Serokkomariyê yê AKP’ê R. T. Erdogan di civîna Serokên Taxan de axivî û HDP kir hedef. Erdogan got ku, “Ji bo ku HDP di binê bendê de bimîne, çi ji destê we tê, bikin.”

Namzetê Serokkomariyê yê AKP’ê R. T. Erdogan di civîna Serokên Taxan de axivî û diyar kir ku divê rêxistinên wan ên taxan li ser HDP’ê xebatên cihê bimeşînin.

Axaftina Erdogan a di medyaya civakî de wisa ye.

“Hevalino divê rêxistinên me yên civakî li ser HDP’ê xebatên cihê bikin.

Ez li derve nikarim vî tiştî biaxivim, li vê derê bi we re diaxivim. Çima bi we re diaxivim, ji ber ku divê ew di binê bendê de bimînin. Heke ew di binê bendê de bimînin, ew ê rewşa me gelekî baş be.

Divê li her navçeyê hevalên me li ser wan bi awayekî cihê bixebitin. Ji ber ku hûn dizanin kî kî ye. Heke nûnerên me yên taxan nizanibin ku kî kî ye, nexwe divê dev ji vî karî berde. Divê hûn bizanibin, divê hûn lîsteya hilbijêran bidin ber xwe û bizanibin kî kî ye. Li ser wan hûn ê xebatên taybet bikin û bawer im ev tişt ew ê bi kêrî me were.

Divê hûn dora wan bigirin û wan asteng bikin.”