Erdogan ferman da, ‘dadger’ ket nava liv û tevgerê
Erdogan duh îdîa kir ku pereyê şaredariyan, ji rêxistinê re diçe. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Ahmet Ozer de bi îdiaya “fînansoriya rêxistinê” lêpirsîneke nû da destpêkirin.
Erdogan duh îdîa kir ku pereyê şaredariyan, ji rêxistinê re diçe. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Ahmet Ozer de bi îdiaya “fînansoriya rêxistinê” lêpirsîneke nû da destpêkirin.
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê de namzetê “Lihevkirina Bajar” Ahmet Ozer weke Şaredarê Esenyurt a Stenbolê hatibû hilbijartin. Ozer, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derheqê Ozer de bi îdiaya “fînansoriya rêxistinê” lêpirsîneke nû da destpêkirin.
Hat diyarkirin ku di lêpirsînê de tê lêkolînkirin bê ka Ozer di dema şaredartiya xwe de ji rêxistinê re pere şandiye yan na û bi vê boneyê 2 mifetîşên mulkiyeyê yên Wezareta Karên Hundir hatine peywirdarkirin.