Erdogan Esad sucdar kir û got eleqeya wê bi muxalîfan tune
Erdogan Esad sucdar kir û got eleqeya wê bi muxalîfan tune
Erdogan Esad sucdar kir û got eleqeya wê bi muxalîfan tune
Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan diyar kir ku tu eleqeya muxalîfên Suriyeyê bi teqîna navçeya Reyhanliya Hatayê nîne û got: “Tu eleqeya muxalîfan bi bûyerê nîne. Rejîm li pişt vê bûyerê ye.”
Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan der barê teqîna Reyahliyê de ji rojnamegeran re axivî û got: “Der barê bûyerê de dane û belgeyên cidîhene. Ev jî rejîma Esad nîşan dide. Bûyer teqez bi rejîmê re eleqedere. Rejîm li pişt vê bûyerê ye. Aliyê rejîmê yên li tirkiyeyê jî hene. Xebatên li ser vana liyan jî bi kurahî didome.”
Erdogan destnîşan kir ku tu eleqeya muxalîfan bi bûyerê nîne û wiha pêde çû: “Tu eleqeya van hêzan bi bûyerê nîne. Hewldaneke ku vê bikişîna nava şerê mezhebî heye.”
Erdogan li ser pirsa ku Suriyeyê gotiye me nekiriye jî wiha got: “Ma dê bêje çi? Dê bêje me kiriye? Cîhana wan li ser derewan hatiya avakirin. Em nayên vê lîstikê.”