Erdogan: Êrişên li Reyhanliyê provokasyon in

Erdogan: Êrişên li Reyhanliyê provokasyon in

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan da xuyakirin, ku êrişên li Reyhanli’yê provokasyon in û got, ”Li dijî her provokasyonên ku dixwazin Tirkiyê têxin nava çirava bi xwîn a Sûriyê, divê em bi xwînsarî tevbigerin.”

Erdogan, li Stenbolê tevlî bernameya Roja Dayikan a ji aliyê Serokatiya Baskê AKP’ê yê Jinan a Stenbolê hat organîzkirin bû û got, ”Em di nava êş û xemgîniyê de ketin Roja Dayikan, Di êrişa li Reyhanliya Hatay’ê de 46 mirovan jiyana xwe ji dest dan, 19 jê giran 55 kes birîndar bûn.”

Erdogan da xuyakirin, ku ji bo ronîkirina bûyerê hewldanên wan dewam dikin û got, ”Pêwîste em li dijÎ her provokasyonên dixwazin me bikşînin nava çirava bi xwîn a Sûriyê, bi xwînsarî tevbigerin. Bi sebir û xwînsariya Tirkiyê dileyzin. Bi taybetî bi hin hesasiyetên li bajarê Hatayê dileyzin û bi vî rengî dixwazin fitnê derxînin.”

Erdogan got, ”Armanca êrişan ji destpêkê ve ewe  ku dijminahiyê têxin navbera welatiyên min, di mejiyê gelê de rê li ber pirs û gumanan vekin.”

Erdogan di axaftina xwe de li dijî van êrişan banga yekitiyê kir.