Erdogan dê li Stockholmê bê protestokirin
Erdogan dê li Stockholmê bê protestokirin
Erdogan dê li Stockholmê bê protestokirin
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku wê di 7'ê Mijdarê roja Pêncşemê de ji bo serdanekê bê Swêdê, dê li Stockholmê bi xwepêşandanên protestoyî bê pêşwazîkirin.
Konseya Kurd a Swêdê, Federasyona Elewiyan li Swêdê, Komeleya Asûrî-Suryanî-Keldanî û Komeleya Çand û Piştevaniya Tirkiyeyiyên li Swêdê bang li Kurd, Tirk, Asûrî, Ermenî û Elewiyan kirin ku bi armanca protestokirina Hikûmeta AKP û Erdogan di 7'ê Mijdarê de beşdarî xwepêşandana li Stockholmê bibin.
Di daxuyaniya ku hevbeş de hatiye amadekirin û ji bo hemû aliyên siyasî û rêxistinên Sivîl hatine şandin de wiha ye:
"Li ser banga Ocalan ji bo rawestandina xwînê û pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bê çareser kirin, PKK’ê agirbest îlan kir û ji nava sinorên Tirkiye vekişiyan. Li beramberî vê çendê jî hikûmeta AKP’ê ti pêngavek ya demokratîkbûyînê neavêt. Di pakêta ku bi navê ‘ Pakêta Demokrasî ’ hate binav kirin de jî, ji bo Kurdan, Elewî, Asurî- Suryanî û grubên din ên kêm netewe ti daxwaz û hêviyên wan ne hatin bicih. Di bin navê KCK’ê de 10 hezar girtiyên Kurd hîna di girtîgehan dene. Tevî her tiştî jî hewl dide pêvajoya aştiyê xira bike, jimara cerdevanan zêde kir, qereqol û bendavên nû çêdike. Erdogan bi welatên wekî Siudî û Katar re alîkarî dide komên çete û ji bo Kurd li Rojava statuya xwe bi dest nexin çi ji destê wan tê dikin. Tirkiye vê yekê bes nabîne û li ser Rojavayê Kurdistanê ambargo dike û nahêle alikariyên mirovahî derbas bibe. Herî dawî de jî hewl dide di nava bakur û rojavayê Kurdistanê de dîwarê şermê lê bike."
Xwepêşandana protestoyî ya bi beşdariya parlamenterên ji partiyên cuda yên siyasî û hunermendên Swêdî, dê di 7'ê Mijdarê roja Pêncşemê saet di 14:00 de li ber Parlamentera Swêdê pêk were.
DIVÊ SWÊD BÊDENGIYA XWE YA LI PÊŞBERÎ TIRKIYÊ BI DAWÎ BIKE
Beriya serdana Erdogan di çapemeniya Swêdê de gotar û nivîsên polîtîkayên AKP'ê teşhîr dikin, tên weşandin. Di rojnameya LT ya li navçeya Sodertalje ya Stockholmê de, ku piraniya şêniyên wê Suryanî ne, li ser navê Komeleya Asûrî-Suryanî-Keldanî Ozcan Koldayo, Jacop Rohyo û Olle Wîberg nivîsek bi sernavê "Li Tirkiyê mafên hindikahiyan tine tên dîtin" hat weşandin. Di nivîsê de hat ragihandin ku mîrateya çandî ya hindikahiyan a li Tirkiyê bi awayekî rêkûpêk tê tinekirin û ji Serokwezîr Reînfeldt tê xwestin ku di hevdîtina xwe ya li gel Erdogan de mafên hindikahiyan bîne rojevê û li hemberî rewşa ku dêran vediguherîne mizgeftan, helwestê nîşan bide.
Li malpera fermî ya Yekitiya Ewropayê "europaportalen.se", di nivîsa nîqaşan a bi sernavê "Divê Swêd dawî li bêdengiya xwe ya li pêşberî Tirkiyê bîne" de destwerdana Erdogan a li şêwaza jiyanê ya mirovan û jinan, di dema berxwedana Parka Gezî de helwesta li hemberî xwepêşandêran, polîtîkayên dijminahiyê yên li dijî Kurd, Suryanî û hindikahiyên din, tên nirxandin.
Di gotara bi mora rojnamevan Dîkran Ego û Mûrat Kûseyrî de tê ragihandin ku Erdogan ji bo serweriya leşkeran bişkîne muzakereyên endametiyê yên bi Yekitiya Ewropayê re bikar aniye, lê belê di şûna leşkeran de navgîna xwe ya dewleta kûr ava kiriye û desthilatdariya AKP her xwepêşandaneke biçûk jî bi tundiyê tepisandiye. Di gotarê de tê bibîrxistin ku polîsan bêrehm êrîşî berxwedana Gezî kirine û di encamê de jî 5 ciwan qetil kirine, bi hezaran xwepêşandêr jî birîndar kirine. Di dewama gotarê de tê destnîşankirin AKP û Erdogan di nava çend salan de bi qanûnên terorê re bi hinceta mûxalefet kirine zêdeyî 10 hezar rewşenbîr û siyasetmedar avêtine zîndanê.
Ji ber serdana Erdogan sendîkayên karker û karmendan daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin binpêkirinên mafên mirovan, azadiya çapemenî û ramanê di hevdîtina Serokwezîr Reînfeldt a bi Erdogan re bê rojevê.