Erbaş: Ji bo çareseriyê rêya Imraliyê vekin

Dogan Erbaş ê HDP’î diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsa Kurd rêyên diçin Imralî divê bên vekirin, bang li CPT’ê ya ku êşkenceya li Imralî kiriye rapor kir ku bikeve tevgerê.

Dogan Erbaş ê HDP’î yê yek ji parêzerên destpêkê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li Imraliyê ji ANF’ê re nirxand. Erbaş ji bo sîstema girtigeha Îmralî pênaseya ‘labratûwara êşkenceyê’ kir, aliyê siyasî û hiqûqî yê tecrîdê nirxand.

Erbaş anî ziman ku sîstema tecîrda li Imralî di warê hiqûqî û siyasî de divê bê girtina dest. Erbaş got: “Niha ya li Îmralî tê kirin, sîstema êşkenceyê ye. Hem hiqûqa navxweyî, hiqûqa navneteweyî, normal û nirx û pîvan bi temamî li ser kêfa desthilatê tê pêkanîn.

Di nava 21 salên Îmraliyê de ‘Qanûnên Ocalan’ û ‘Pêkanînên li ser Ocalan’ ên taybet ji bo Birêz Ocalan hatin amadekirin. Pişt sîstema Girtîgeha Imraliyê û şûnde li Tirkiyeyê Girtîgehên Tîpa F hatin avakirin. Li Tirkiyeyê di serî de li girtîgehan çi bê kirin, ewlilê li Îmraliyê tê pêkanîn; piştre jî gav bi gav li cihên din dikevin meryetê. Dema wisa jî bû, bi kinahî pêkanînên li Imralî tên kirin, gav bi gav li her derê tên pêkanîn. Mînaka vê sala 2005’an tomarkirina hevdîtinên parêzeran ewilê li Îmralî destpê kir. Dema em ji nêzîk ve lê dinêrin dibînin ku dibînin ku Îmarlî weke labaratûwarekê tê girtina dest.”

DIVÊ EWROPA NE BITIRS BE

Erbaş li ser qedexeya hevdîtinê ya bi hinceta 'Nexşereyê'' ku piştî bi 11 salan hatiye standin, got, nayê fêhmkirin, biryareke derî hiqûqê ye û bal kişande ser raporên CPT'yê û Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE).

Erbaş bi bîr xist ku CPT bi ser Konseya Ewropayê ve ye, 2016'an û 2019'an çûye Imraliyê, Tebaxê rapor weşandiye, di raporê de tespît kiriye ku heta niha bi başî tiştek neguheriye û gihaştine wê qinyayê de ku divê sîstema Imraliyê ji nû ve were nirxandin. Erbaş got CPT piştî 21 salan cara pêşî bi rengekî berbiçav, aşkere gotiye ku maf hatine binpêkirin, MPKE'yê jî rapor destnîşan kiriye, xwest ku hewcehiyên raporê werin bicihanîn û ew ê mijarê bişopînin.

Erbaş her wiha got li qada saziyên navnetewî jî pergala Imraliyê aşkere bûye, bang kir û got: ''Ji vir em bang dikin; ji bo ku rapora we ji CPT û MPKE'yê nivîsî, encamên ku hûn gihaştine ji bo ku bersivê bibîne rêyên karîger biceribînin. Ji bo ku ya hewce were kirin bi tirsonekî û bêdaxwaz tevdigerin. Welatên Ewropa, di serî de Elmanya ji ber têkiliyên ticarî yên bi Tirkiyê re ji bo ku tespîtên saziyên xwe bi cih bîne mekanîzmayên karîger sazkar nakin.''

YA KU TÊ TECRÎDKIRIN 'HELWESTA IMRALIYÊ YE'

Erbaş got kêm e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji alî hiqûqî tenê ve were dîtin û wiha pêde çû: ''Ez yek ji parêzerê pêşî, ji roja pêşî ya Imraliyê ve şahid im ku di çareseriya demokratîk a pirsa Kurd û pêkhatina aştiyê de xwedî wê helwestê ye ku vîna xwe daniye, di vî alî de xwedî hêzeke mezin a çareserkirinê, hêza ramanê, xwedî asoyeke berfireh a çareseriyê ye û helwesta xwe ya li ser vê mijarê bi pratîka xwe ya bi salan nîşan daye, ku Wî bixwe ji vê re ''Helwesta Imraliyê'' gotibû. A rast îro ya ku êşkence lê tê kirin û tecrîd kirin ev xet e ku Rêzdar Ocalan jê re ''Helwesta Imraliyê'' gotibû. Vîna aştiyê û hêviya çareseriyê ye.

Li Tirkiyê îro gelek krîz hene weke krîza aborî, siyasî, dîplomatîk, hiqûqî, ji aliyê jin û ekolojiyê ve, sedema giranbûna van krîzan ew e ku xeta Rêzdar Ocalan nayê dîtin. Em bi zelalî dikarin wiha bibêjin; Rêzdar Ocalan xwedî wê pratîkê ye ku berê li ser çareseriya demokratîk, perspektîfên çareseriyê danîya holê. Mînaka vê ya herî mezin jî ew rêya çareseriyê ye ku di navbeyna salên 2013-2015'an de danîbû holê. Me dît ku Rêzdar Ocalan di mitebaqata Dolmabahçeyê de ne tenê ji bo çareseriya pirsa Kurd, li hemû Tirkiyê ji bo bicihanîna aştiyê çendî jidil e.''

Erbaş her wiha domand: ''Li ser mijara Kurd mifteya çareseriya demokratîk guherandina sîstema Imraliyê ye, dawîlêanîna pergala êşkenceyê ye, jiholêrakirina pergala tecrîdê ye. Divê rêyên ku diçine Imraliyê werin vekirin. Beşekî berfireh ê civaka Tirkiyê vê dixwaze. ''