Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê îro kongreya xwe lidarxist û rêberiya xwe ya nû hilbijart. Di kongreyê de biryar hate dayin ku ji bo perwerdeay bi kurdî li Rojavayê Kurdistanê Enstîtu xebatek çalak birêve bibe.
Kongre li avahiya Enstîtuyê ya li Stockholmê hate lidarxistin. Piştî destnîşankirina dîwanê û pêdeçûna di destûra enstîtuyê de, raporên aborî û xebata pratîkî hatin pêşkêş kirin.
Di kongrê de ji bilî hejmarek biryarên din, her weha biryar hat dayin ku wê Enstîtuya Kurd li Stockholmê, bi awayekî çalak piştgiriyê bide xebatên perwerdê yên li Rojavayê Kurdistanê. Di kongrê de ji bo dema pêş pîlansaziyek hate ava kirin û rêveberiya nû ku ji 5 kesan pêk tê hate destnîşan kirin.
Di rêveberiya nû de Dr. Huseyîn Xelîqî, Kamran Simo, Sebriye Resûl, Ihsan Battê û Hîwa Gulmihemedî cih girtin. Di kongreya îsal de her weha li gorî destûrê, komîteya rawêj ku wê bi karê amadekariya kongreya sala pêş rabe jî hate avakirin. Di vê komîteyê de jî Serkan Brûsk, Ehmed Qeremûs û Şoreş Reşî cih girtin.
Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê ku sala 1996ê hate damezrandin, heta niha 13 hejmarên kovara wêjeyî Avaşîn derxist, li ser metodên perwerdê proje lidarxist û gelek pirtûk çapkirin.