Enqere: PKK ji bo tu kesê gef nîne
Enqere: PKK ji bo tu kesê gef nîne
Enqere: PKK ji bo tu kesê gef nîne
Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, Enqereyê bersivek “tund” nîşanî daxuyaniya Iraqê ya têkildarî vekişîna gêrîlayên PKK’ê kir û got: “Ev daxuyanî tê dîtin ku piraniya çavkaniya xwe ji têkiliyên di navbera Bexda û Erbîlê digire. Pir vekiriye ku PKK’yiyên ji Tirkiyeyê vedikişin ji bo tu kesê gef nînin û terorîzmê ber didin.”
Li gorî nûçeya Zeynep Şafak ku di malpera înternetê ya Hurriyetê de cih girt, Enqereyê têkildarî daxuyaniya Iraqê ya derbarê vekişînê de bersiv da.
Çapemeniya Tirkiyeyê di nûçeyên ku 9’ê Gulanê weşandî de ragihandibû ku Wezareta Karê Derve ya Iraqê gotiye “Ew hewildanên ku Tirkiye di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî û aştiyane dide textîr dike. Li gel vê li gorî pîvanên xwe tevlînekirina desthilatdariya Iraqê, ewlekariya civakê û pêkanîna îstîkrara wê, hikumeta Iraqê napejirîne ku PKK’yî bikevin xaka Iraqê.”
Çavkaniyên dîplomatên Tirk jî bertek nîşanî vê daxuyaniyê dan û hate îdiakirin ku ev daxuyanî hate dayîn: “Ev daxuyanî tê dîtin ku piraniya çavkaniya xwe ji têkiliyên di navbera Bexda û Erbîlê digire. Pir vekiriye ku PKK’yiyên ji Tirkiyeyê vedikişin ji bo tu kesê gef nînin û terorîzmê ber didin. Em çi terorîstan naşînin da li welatek din xwe rêxistin bike û êrîşî wî welatî bike. Ji ber wê çendê jî fikarek wisan bila çênebe. Pêwîste kefyxweş bin. Ji xwe PKK’yî ji Iraqê hatin û dem dem ketin Iraqê û derketin. Çima niha bû pirsgirêk?”