Endamên Devrîmcî Partî û ESP’ê hatin binçavkrin
Li gelek bajaran operasyon bi ser endamên Devrîmcî Partî (Partiya Şoreşger) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de hate kirin.
Li gelek bajaran operasyon bi ser endamên Devrîmcî Partî (Partiya Şoreşger) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de hate kirin.
Di operasyonan de ku navenda wan Îzmîr bû 9 kes hatin binçavkirin. Diyar bû ku operasyon bi hinceta bi bîranîna Îbrahîm Tufan Eroglûer û Ayşe Denîz Karacagîl bû ku di şerê dijî DAIŞ’ê de li Reqayê jiyana xwe ji dest dabûn û li Îzmîrê hatibûn bibîranîn.
Hate gotin Hêlîn Ertekîn a ku li Mersînê hate binçavkirin wê bibin Îzmîrê. Her wiha kesên din ên ku hatin binçavkirin ev in: Nurhak Sabur, Ronî Dîtin Goren, Ecem Selen, Seroka Partiya Şoreşger a Îzmîrê Hazal Elçîn Yanar, Selîm Kabasakal, Muslum Şahîn, Recep Kizilagac, Seroka ESP'ê ya Îzmîrê Ezgî Bahçecî.