Endamê MPKE: Helwesta li dijî Ocalan karê rejîma faşîst e

Endamê MPKE'yê û Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Manûel Tornare, rejîma Erdogan weke rêxistiniyeke dîktator bi nav kir û got, tecrîdkirina Ocalan ne ya qebûlkirinê ye.

Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) û parlamenter û endamê Komîsyona Karên Derve ya Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Manûel Tornare ji ANF'ê re axivî.

'ERDOGAN DÎKTATORIYEK AVA KIRIYE KU XWE JI NETEWEPERESTIYÊ XWEDÎ DIKE'

Tornare diyar kir, bi Erdogan re Tirkiye gav bi gav ji nirxên laîktiyê dûr ket û got, Erdogan dîn û siyaset tevlîhev kir.

Tornare anî ziman, piştî hewldana darbeyê ku nayê zanîn bê ji aliyê kê ve hatiye kirin bi hezaran mirovên eleqeya xwe bi darbeyê re nîne hatin girtin û got, "Bi sedan hezar kes ji kar hatin derxistin. Erdogan piştî darbeyê, beşeke mezin a hêz û mirovên mûxalîfê xwe girt û hewl da ji holê rake. Hêza ku niha bi Erdogan re heye hêzeke otorîter e. Erdogan dixwaze her tiştî bi dest bixe û ev yek jî pirsgirêkeke mezin e. Hebûna Qesrê nîşaneya vê yekê ye."

Tornare ragihand, Erdogan bi bikaranîna hestên neteweperestiyê re dîktatoriyek ava kiriye û wiha dewam kir: "Ev dîktatorî bi hestên neteweperestiyê re gelê xwe li dijî derve, yanî li dijî welatên cuda bi kar tîne. Dema ku mirov bala xwe bidin ser dîktatorên faşîst ên beriya niha, wê were dîtin ku wan jî heman sîstem ceribandine. Rejîmên ku li ser polîtîkayên neteweperestiyê li ser piyan dimînin, her tim dixwazin ji hêzên derve ji xwe re hevrikan biafirînin, ji ber ku ev rewş gel li dora dîktator dicivîne."

Manûel Tornare diyar kir, Erdogan timî ji xwe re dijmin an jî hevrikên derve diafirîne û got, "Ji ber vê yekê rojekê Ermenî, rojekê Îsraîl, rojekê Kurd, rojekê Ewropa dibin dijminê Erdogan. Van weke dijmin nîşan dide, bi van hestên neteweperestiyê hewl dide xwe li ser piyan bigire û dîktatoriya xwe biparêze."

'JI BER KU RÊYEKE DIN NEHATE HIŞTIN...'

Di dewama axaftina xwe de Tornare tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê nirxand.

Tornare anî ziman, grevên birçîbûnê ji bo pêşîvekirina li demokrasiyê pêk tên û ji ber ku rêyeke din a demokratîk ji mûxalefetê re nehatiye hiştin, serî li vê rêbazê hatiye dayin.

Parlamenter Tornare destnîşan kir, divê Ewropa zextê li Tirkiyeyê bike ji bo hurmetê nîşanî mafên mirovan bide.

'TECRÎD NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Manûel Tornare diyar kir, Ocalan ji bo Kurdan yek ji lîderên dîrokî ye û wiha dewam kir: "Ez îdeolojiya wî ya 'komunîst' parve nakim. Lê beriya her tiştî tecrîdkirina Ocalan tiştekî normal nîne. Ev yek binpêkirina mafên mirovan e. Ocalan di çarçoveya Peymana Yekîtiya Ewropayê û şertên Konseya Ewropayê de nayê girtin. Ev eşkere ye. Ocalan di nava şert û mercên nayên qebûlkirin de tê girtin."

'HELWESTA DEWLETA FAŞÎST E'

Parlamenter Tornare diyar kir, helwesta ku li dijî Ocalan tê nîşandan, helwesta dewleteke faşîst e û got, "Binerin; lîderê faşîst ê Yewnan Georgîos Papadopûlos ku di navbera salên 1967-1974'an de desthilatdar bû, tişta ku niha li Ocalan tê kirin, wê wextê li lîderê çep ê demê Theodorrakîs kiribû. Mebesta min ji vê yekê ew e ku kiryarên dîktatoriyên faşîst li dijî mûxalîfan timî weke hev in.

Divê hikumeta Enqereyê bi Ocalan re biaxive û ji nû ve dest bi hevdîtinan bike. Swîsre jî di vê mijarê de dikare bi rola xwe rabe. Swîsreyê beriya niha xwest di hevdîtinên aştiyê de cih bigire, lê daxwaza wê bê encam ma.

Pirsgirêk ew e ku her du alî hev terorîst dibînin. Beriya her tiştî divê xwe ji vî zimanî rizgar bikin. Heman tişt di navbera Cezayîr-Fransayê de qewimî. Her du aliyan jî salên dûr û dirêj hev bi terorîstiyê sûcdar kirin. Divê destpêkê hevdîtin pêk werin û li ser aştiyê biaxivin. Wê demê wê ji bo çareseriyê rêyek bê dîtin.

Lewma ne ya qebûlkirinê ye ku mirovekî aştî pê re bê axaftin bê tecrîdkirin. Lê mixaibin polîtîkayên neteweperestiyê yên li Tirkiyeyê pêşî li hevdîtinên ji bo aştiyê digirin."