Endamê KNK’ê Yilmaz Orkan serbest hate berdan

Endamê KNK’ê Yilmaz Orkan serbest hate berdan

Alîkarê Serokê KON-KURD’ê û endamê KNK’ê Yilmaz Orkan ku li Spanyayê girtîbû serbest hate berdan.

Nûnerê BDP’ê yê Ewropayê Eyûp Doru da diyarkirin ku, Yilmaz Orkan di 8’ê Gulanê roja Çarşemê de hatiye darezandin û roja Înê 10’ê Gulanê ji aliyê meqamên Spanî ve hatiye berdan. Orkanê ku dê di binçavdêriyê de be, pêwîste her heftiyê biçe qereqola polîsan û îmzeyê bi avêje.

Endamê Lijneya Rêveber ya Federasyona Komeleyên Kurd yên li Ewropayê (KON-KURD) Yilmaz Orkan, dem aku 24’ê Adara 2013’an xwest bi rêya Balefirgeha Navnetewî ya Brukselê biçe tevlî Foruma Civakî ya Cîhanê a li Tinûsê bibe hatibû binçavkirin. Orkanê ku bi fermanda Dadgeha Netewî ya Spanyayê hate binçavkirin, piştre îadeyî Spanyayê kiribû.

Girtina Orkan ji aliyê gelek saziyên Kurd û yên navnetewî ve hatibû şermezar kirin. Konseya Navnetewî ya Foruma Civakî ya Cîhanê ku Orkan endamê wê ye, di 26-30’ê Adarê li Tinûsê kombû û bang li meqamên Spanyayê kir ku Orkan serbest berdin. Gelek parlementerên Alman jî bertek nîşanî girtina Orkan dabûn û gotibûn, ev derbeyeke li aştiyê hate dayîn.