Encamnameya konferansa Parîsê hat aşkerakirin
Encamnameya konferansa "Krîza li Rojhilata Navîn, Kurd û berxwedana li dijî DAIŞ'ê" ya li paytexta Fransa Parîsê duh hat lidarxistin, aşkera bû.
Encamnameya konferansa "Krîza li Rojhilata Navîn, Kurd û berxwedana li dijî DAIŞ'ê" ya li paytexta Fransa Parîsê duh hat lidarxistin, aşkera bû.
Encamnameya konferansa "Krîza li Rojhilata Navîn, Kurd û berxwedana li dijî DAIŞ'ê" ya li paytexta Fransa Parîsê duh hat lidarxistin, aşkera bû. Di encamnameyê de hat ragihandin ku çareserî jî di asta navneteweyî de ye û divê rêbazeke ku Neteweyên Yekbûyî jî tê de rolê dilîze, bikeve meriyetê.
Di encamnameyê de bal hat kişandin ser cidiyeta rewşa li Rojhilata Navîn û rewşa Kurdan, Suryaniyan, Ereb, Tirkmen, Ermenî û çandên din hat vegotin. Hat destnîşankirin, ku krîza li Rojhilata Navîn dikare bandorê li ewlekariya navneteweyî bike û jiyana bi hezaran mirovan bixe nava xeteriyê.
Di dewama encamnameyê de hat bibîrxistin, ku polîtîkayên şer ên hêzên mezin û hêzên herêmî ev 20 sal lin dimeşîne têk çûne, pêwîstî bi cihêrengiya polîtîk, ekonomîk, antagoîst û baweriyan heye û hat gotin, "Li Tirkiyeyê Erdogan polîtîkayên şoven, otokratîk, zordar û şîdetê, bi nêzîkatiyên înkarê û lîstika durû ya bi DAIŞ'ê re xist meriyetê."
Hat ragihandin ku têkoşîna Kurdan a li dijî Kobanê ya li gelemperiya Sûriyeyê, bi taybetî li Kobanê, li gelemperiya cîhanê deng vedaye û hat gotin ku haya Kurdan jê heye ku têkoşîna wan a xwerêveberiyê wê ji aliyê polîtîk, bîrdozî û xweperastinê ve demdirêj be.
Di danezana encamê de hat destnîşankirin ku divê li hemberî DAIŞ'ê têkoşîn bê meşandin û hat gotin, "Mafê gelan heye ku xwe biparêzin. Ev têkoşîn nikare ji aliyê hêzên mezin bê meşandin. Ji bo rizgariya ji vê rewşê, pêwîste çareseriyeke polîtîk a nikaribe bê guhertin, were dîtin."
Hat ragihand ku çareserî di asta navneteweyî de bi rêbazeke ji hemû aliyan û beşdariya Neteweyên Yekbûyî (NY) dibe û hat destnîşankirin, ku çareseriya polîtîk jî bêyî demokrasiyê nabe.
Hat gotin ku ji bo rizgariya nasnameyî, civakî, çandî, bawerî û jinan, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Demokratîk a Gelan, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji bo hevsengîkirina mercên newekhev, roleke girîng lîstine.
Di encamnameyê de hat destnîşankrin ku înkarkirina maf û nasnameya gelê Kurd, sedema şer e û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bang li hêzên navneteweyî jî hat kirin, ku zextê bikin.