Alîkarê emîrê DAIŞ'ê yê eniya Kobanê Yasîn Ebdilezîz Egûmî, ku di komkujiya 25'ê Hezîranê ya li hemberî Kobanê de bi saxî ji aliyê YPG'ê ve hat girtin got, "Tirkiye alîkariya lojîstîk dide me. Birîndarên me yên giran li Tirkiyeyê tên dermankirin."
Dewleta Tirk, desteka siyasî û leşkerî ya dide çeteyên DAIŞ'ê, di qada aboriyê de jî didome. Çeteyên DAIŞ'ê, di şerê li dijî Kurdên li Rojava de desteka herî mezin ji dewleta Tirkiyeyê werdigire. Piştî ku hevkariya bi DAIŞ'ê re deşîfre bû û di nava welatên cîhanê de rê li ber nerazîbûnê vekir, dewleta Tirkiyeyê hewl da vê desteka xwe bi awayekî sergirtî bidomîne, lê raya giştî ya derve bi vê polîtîkayê naxape. Alîkarê emîrê DAIŞ'ê yê eniya Kobanê Yasîn Ebdilezîz Egûmî, ku di komkujiya 25'ê Hezîranê ya li hemberî Kobanê bi desteka dewleta Tirk hat kirin de bi saxî ji aliyê YPG'ê ve hat girtin, li desteka leşkerî û lojîstîk a Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê mukur hat. Egûmî yê DAIŞ'î ku dibêje, "Komeke me ya komkujî kir ji Tirkiyeyê ket nava Kobanê", ji ANF'ê re axivî.
Cihê we yê di nava DAIŞ'ê de çi ye, hûn dikarin xwe bidin naskirin?
Yasîn Ebdilezîz Egûmî, Ji Fasê me. Herî dawî min wezîfeya alîkariya emîrê eniya Kobanê Ebû Bettar El Misrî dimeşand.
We êrîşa komkujiyê ya li hemberî Kobanê li ku û çawa plan kirin?
Şevek beriya vê êrîşî agahî ji me re hat dayîn. Bang li me hat kirin ku em biçin Tabqa. Ji me re hatibû gotin ku em ê êrîşî Hesekê bikin. Dema em çûn Tabqayê, Ebû Bettar El Misrî ji me re got ku em ê êrîşî Kobanê bikin. El Mîsrî li ser sînevîzyonê plansazî û taktîka êrîşê ji me re ragihand.
Plansazî bi çi awayî bû û çawa ket meriyetê?
Me bi giştî şeş kom ava kir, di her komê 12 kes hebûn, bi giştî em 82 kes bûn. Di nava komên êrîşê de Ebû Bettar El Misrî jî hebû. Weke ku di plansaziyê de hat destnîşankirin; koma destpêkê benda lêgerînê ya li başûrê bajarê Kobanê girt. Koma duyemîn a El Misrî jî di nav de bû, bi wesayîta bombebarkirî, êrîşî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kir. Piştî ku wesayîta bombebarkirî li vir teqiya wê kom li derî bi cih bibûya. Koma sêyemîn jî rêya aliyê rojhilat a ji Til Ebyadê dihat, girt. Koma çaremîn êrîşî Girê Miştenûrê kir, armanc kontrolkirina gir bû. Komên pêncemîn û şeşemîn jî ketin nava bajêr. Em li nava bajêr belav bûn û li hin nuqteyan bi cih bûn. Piştî ku ev plansazî ket meriyetê, du kom ji Sirîn û Cerablûsê hatin û destek dan me. Komeke biçûktir jî ji Tirkiyeyê, ji nuqteya sînor a li Girê Kaniya Kurdan a li rojhilatê bajêr bi cebilxaneyê hat û Kaniya Kurdan girt.
Bi vê plansaziyê re armanca we çi bû?
Bi vê planê re armanca me ew bû ku bajêr bi dest bixin, rêyên bajêr bigirin û pêşî li derketina sivîlan ji bajêr bigirin. Derneketina sivîlan a ji bajêr wê pêşî li destwerdana balafiran bigirta. Lê belê plana hat kirin, li gorî dilê me nemeşiya. Destwerdan hat kirin. Em jî piştî wê kêliyê li kolanên bajêr belav bûn û her kesên derketin pêşiya me çi sivîl çi leşker, me hemû kuştin.
Li şûna hêza leşkerî çema we êrîşî sivîlan kirin?
Di ayetên di perwerdeyan de hînî me hatin kirin de dihat gotin, "Dema we kafir dîtin, serî jê bikin". Sivîlên destekê didin YPG'ê jî ji bo me kafir in û qetla wan helal e. Ji ber vê yekê, ji bo tol ji sivîlên li Kobanê hevkariyê bi kafiran re dike were hilanîn, me ew jî hedef girtin.
Hûn dizanin ku DAIŞ ji kîjan welatan alîkariyê digire?
Bi giranî alîkarî ji Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê dihat. Kelûmelên weke kinc û betaniye ji Erebîstana Siûdî dihat. Ji bilî vê xwarin û pêwîstiyên jiyanî ji Tirkiyeyê dihat.
DAIŞ petrolê difiroşe kîjan welatan?
Me petrol difirot Tirkiyeyê. Ez bi vê dizanim. Lê belê bi kîjan rê dihat firotin, çawa dihat birin, wê nizanim. Di berdêla petrolê de dizanim ku ji Tirkiyeyê alîkariya lojîstîk ji me re dihat.
DAIŞ birîndarên xwe li ku tedawî dike?
Yên birîna wan giran e, ji Tirkiyeyê re tên şandin. Hin hevalên ez wan nas dikim hene, li Stenbolê hatin tedawîkirin. Me birîndarên rewşa wan giran dişandin Tirkiyeyê, yên birîna wan sivik dişandin Mûsilê. Birîndarên me li wir dihatin tedawîkirin.