'Em xwedî li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê derkevin'

Yenî Ozgur Polîtîka bi kedkarên xwe, salên dûr û dirêj li pey xwe hişt. Cûma Ozdogan ku ne tenê xwendevanê rojnameyê ye, her wiha gelek kes kir abone, wiha got "Em xwedî li rojnameya xwe derkevin."

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ji 16'ê Çileya 2006'an ve weşanê dike. Li sirgûnê weşana xwe bike jî rehên xwe li welêt e û weke dewama kevneşopiya çapemeniya azad hêza xwe ji gel û xwendevanên xwe werdigire. Rojname bi hewldana kolektîf a nûçegihan, nivîskar, belavker û kedkarên xwe hemûyan tê amadekirin û digihêje be destê xwendevanan.

Cûma Ozdogan ê ji Wêranşarê ku li bajarê Bomlîtz ê Elmanyayê ye, yek ji van kedkaran e. Ozdogan ku 40 sal in li sirgûnê ye û yek ji aboneyên herî kevn ê rojnameyê ye, ne tenê rojnameyê dixwîne, her wiha bi sedan kes kiriye abone. Ozdogan abonetiya ku bi Ozgur Polîtîkayê dest pê kir bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê dewam kir û ji sala 999'an ve bênavber aboneyê rojnameyê ye.

Ozdogan dibêje, "Nabe ku bi çavê li rojnameyên din dinerin li Yenî Ozgur Polîtîkayê binerin. Kedeke mezin tê dayin" û wiha dewam dike, "Hestên me vedibêje. Yenî Ozgur Polîtîka daxwaz, fikir û xwestên gelê Kured dinivîsîne" û balê dikişîne ser girîngiya xwedîderketina li rojnameyê.

Ozdogan anî ziman ku wî heta niha gelek kes kiriye abone, ji niha û pê ve jî wê vî karê xwe dewam bike, bi vê armancê jî bang li her kesên xwe weke welatparêz dibînin kir ku bibin abone.

'ROJNAME BEŞEK JI MALBATA ME YE'

Îmam Comert ê li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê dimîne 18 sal in aboneyê rojnameyê ye. Comert dibêje, "Rojname bûye beşek ji malbata me. Dema ku li qutiya posteyê dinerim destpêkê bala xwe didim ser ku rojname hatiye yan na." Comert anî ziman ku ew bûyerên rojane ji înternetê dişopîne jî bi kêfxweşî li malê rojnameyê dixwîne û banga xwedîderketina li rojnameyê kir.

Abûzer Bîlenler jî ji sala 2008'an ve aboneyê rojnameyê ye. Abûzer Bîlenler got, "Ji bo rojname hîn bêhtir bê xwendin, divê em hîn bêhtir piştevaniya wê bikin."

Nîhal Bayram ku bi rojnameya Ozgur Polîtîkayê dest bi serpêhatiya xwe ya nûçegihaniyê kir û li Yenî Ozgur Polîtîkayê bênavber dewam dike wiha axivî "Rojname ne tenê ya gelê Kurd e, rojnameya her kesê li maf û rastiyê digere. Xwedîderketina li rojnameyê, xwedîderketina li paşeroj, nasname û zarokatiya xwe ye. Wezîfeya li rojnameyê, xwendina rojnameyê divê wezîfeya xwezayî ya her kesî be.

M. Zahît Ekîncî ku li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ji sala 2001'ê ve nûçegihaniyê dike, wiha axivî; "Ev rojname çav, guh û wijdanê gel û demokratên li dîasporayê ye. Lewma divê her kes xwedî lê derkeve.

Selma Akkaya weke rojnamevaneke li sirgûnê ji sala 2008'an ve li Ozgur Polîtîkayê dest bi nûçegihaniyê û nivîskariyê kir. Akkaya got, "Xwendin, abonetî, tevkariya li rojnameyê di heman demê de tê wateya parçeyek ji muxalefetê."