'Em ji bo Efrînê dakevin qadan'

Kurdistaniyên li Ewropayê, êrîşên artêşa Tirk ên li ser Efrînê şermezar dikin.

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, Rojavayiyên tevlî çalakiya protestoyî bûn gotin, "Ji bo Efrînê em dakevin qadan."

Dewleta Erdogan-Tirk ku bi destûra Rûsyayê hewl dide Efrînê dagir bike, li gelek bajarên Ewropayê tê şermezarkirin.

bi hezaran kes tevlî meşa li bajarê Dusseldorfê bûn û alên PYD, Rojava û pankartên li dijî dewleta Tirk vekirin. Rojavayiyên tevlî meşê bûn nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê dan û banga piştgiriya bi Efrînê re kirin.