‘Em ê xwedî li pêşeroja xwe derkevin’

Hêzên Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê doza girtina derbarê HDP’ê û betalkirina parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglû protesto kir.

Hêzên Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê li Qada Barbarosê ya Beşîktaşê bi girseyî daxuyanî da. Parlementerên HDP’ê Oya Ersoy, Zuleyha Gulum, Hevserokê HDP’ê Stenbolê Erdal Avci û nûnerên gelek saziyan û partiyên siyasî tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê HDP’ê Stenbolê Erdal Avci diyar kir ku AKP bi daxwaza girtina HDP’ê dibêje qey ez ê piştgiriya gel qut bikim lê AKP nizane ku du rojên din em ê dakevin qadan û derseke xweş bidin faşîzmê.

Li ser navê Partiya Kedkaran Ozge Akman jî diyar kir ku li dijî wan êrîşeke namerd heye û got, “Ev êrîş wê nikaribe me têkoşerên wekheviyê bide sekinandin. Bila bizanibin ku ew têkçûna xwe amade dikin. Têkoşîna gelan nayê girtin û têkoşîna demokrasiyê wekî li dinyayê wê li vir jî bidome. “

Berdevka Partiya Azadiya Civakî Perîhan Koca jî diyar kir ku AKP bi êrîşa li dijî mûxalifan re dixwaze rejîma xwe ava bike û got, “Em ji bo pûçkirina vê darbeya siyasî têdikoşin. Gergerlîoglû jî û HDP jî ne bi tenê ne.”