'Em ê her tim xwedî li doza Dayikên Şemiyê derkevin'

Endamê Desteya Serokan a ODP'ê Alper Taş destnîşan kir ku wê dest ji biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketina li Dayikên Şemiyê bernedin.

Taş diyar kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê çalakiya herî demokratîk û bêguneh e û got, AKP ku hewl dide bi zexta li Dayikên Şemiyê mûxalefetê bêdeng bike, berpirsyariya siyasî ya windakirinan jî li xwe girtiye.

'EV QEDEXE WÊ DI NAVA RÛPELÊN ŞERMÊ YÊN DÎROKÊ DE CIH BIGIRE'

Taş got, "Ya ku dikeve ser milê me ew e ku berdêla xwe çi dibe bila bibe bi daxwazên Dayikên Şemiyê re bin û vê biryardariyê bidomînin." Alper Taş diyar kir ku qedexeya nehiqûqî û kêfî ya ku li ser çalakiya dayikan hatiye danîn, tirsa desthilatdariya AKP'ê radixe pêş çavan.

Taş destnîşan kir ku çalakiya lêgerîna li mafê xwe ya Dayikên Şemiyê wê li rûpelên rûmetê yên dîrokê bê nivîsandin, lê desthilatdariya AKP'ê ya ku pêşî li vê lêgerînê digire wê cihê xwe li nava rûpelên şermê yên dîrokê bigire.

'ARMANC BÊDENGKIRINA MÛXALEFETÊ YE, LÊ EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'

Taş bi bîr xist ku AKP dema bû desthilatdar îdîa dikir ku li dijî qedexeyan têdikoşe, lê sala 2018'an bû desthilatdariyeke welê ku di asta herî bilind de qedexeyan li ser civakê ferz dike.

Taş da xuyakirin, bi rêya vê qedexeyê hewl tê dayin ku mûxalefet bê bêdengkirin û destnîşan kir ku wê ti carî bêdeng nemînin.

Alper Taş got, Tirkiye bi rejîmeke krîzê tê birêvebirin û wiha dewam kir: "Ditirsin ku nerazîbûna li rejîmê veguhere rewşeke girseyî. Ji ber vê yekê pêşî li lêgerîna herî biçûk a li mafên xwe digirn. Dixwazin bi vê rê û rêbazê mûxalefetê marjînal bike, qels bike. Wezîfeya dikeve ser milê me ew e, ku berdêla xwe çi dibe bila bibe, divê em xwedî li daxwazên Dayikên Şemiyê derkevin, timî bi wan re bin û vê biryardariyê bidomînin. Armanc û nêzîkatiya me ew e; em bikin ku Dayikên Şemiyê her hefteyê li Meydana Galatasarayê li hev bicivin û bersivê bidin daxwaza wan a ji bo eşkerekirina aqûbeta windakiriyan. Bila kes ne li bendê be ku em ji vê biryardariya xwe vegerin."