Elmanya naxwaze leşkerên xwe ji Iraq û Urdunê vekişîne

Hikumeta federal a Elmanyayê naxwaze leşkerên xwe yên li Iraq û Urdunê vekişîne yên ku ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bi cih kiribû. Wezîrê Parastinê Ursula von der Leyen yên ku çû serdana leşkerên Elmanyayê yên li Iraqê vê nêta xwe dîsa diyar kir.

Wezîrê Parastinê Ursula von der Leyen çû serdana leşkerên xwe yên li Urdunê yên ji bo ku têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê di nav koalîsyonê de cih digirin. Wezîrê Parastinê piştre jî çû Iraqê. Bi gera Leyen a li herêmê re, mîsyona artêşa Elmanyayê ya li Iraqê careke din hate rojevê.

Leşkerên Elmanyayê yên ku ji sala 2014’an û vir ve pêşmergeyên li Başûrê Kurdistanê perwerde dikin, ji serê vê salê ve peywira wan hatibû berfirehkirin. Ew ê peywira leşkerên Elmanyayê di 31’ê Cotmehê de bi dawî bibe. Hikumeta Federal dixwaze mîsyona xwe ya li Iraqê berfirehtir bike.

Li kampa perwerdehiya leşkerî ya li nêzî Bexdayê 15 leşkerên Elmanyayê hene. Lê hikumeta Merkelê diyar dikin ku heta dawiya salê ew ê hejmara leşkerên xwe bikin 50.

HIKÛMET DIXWAZE LI HERÊMÊ BIMÎNE

Wezîrê Parastinê Ursula von der Leyen di serdana leşkeran de axivî û diyar kir ku ew ê mîsyona wan a li herêmê bidome. Wezîrê Elmanyayê diyar kir ku têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê li herêmê qediyaye û got, “Lê peywira me ev e ku em avakirina li herêmê bidomînin û ewlehiya wê pêk bînin.”

Wezîr sergirtî diyar kir ku heman tezkere dikare ji bo leşkerên wan ên li Urdunê jî pêk were. Elmanya dema ku di navbera wê û Tirkiyeyê de alozî çêbû, leşkerên xwe yên li Încîrlîkê biribû Urdunê. Li vê baregehê 4 balefirên Elmanyayê yên Tornada hene û nêzî 290 leşkerên Elmanyayê peywira xwe didomînin.

Dema peywirê ya leşkerên Elmanyayê yên li Iraq û Urdunê di Adara borî de hatibû dirêjkirin. Wê demê partiyên CDÛ/CSÛ û SPD’ê dengê ‘erê’ dabûn û Partiya Çep, Partiya Keskan û AfD’ê jî li dijî dirêjkirina peywirê derketibû. Koma FDP’ê jî deng nedabû. Heke tezkereyeke din were rojeva meclîsê, nayê zanîn ku ew ê encameke çawa derkeve.