Elmanya: Divê alîkariyên malî ji bo Tirkiyeyê bên astengkirin

Ji Komîsyona YE ya Elmanyayê diyar kir ku daxwaz kirine ku beriya beşdarbûna li hemberî Tirkiyeyê fonên alîkariyê bên astengkirin.

Li gorî nûçeya Reûters a ku çavakniya wê dispêre belgeyek ji çavkaniyên YE’yê, hat îdîakirin ku Hikûmeta Elmanyayê têkildarî modernîzasyona Yekîtiya Gumrik a Tirkiyeyê daxwaza rawestandina xebatan kiriye.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku di belgeya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) a ji aliyê Elmanyayê ve pêşkêşkirî daxwaz kiriye ku ‘sînyalên şaş neyên şandin’. Elmanya di çarçoveya vê de daxwaz kiriye ku xebatên pêşwext ên muzakereya modernîzasyona Peymana Yekîtiya Gumrikê bide rawestandin.

Di nûçeya Reûtersê de tê destnîşankirin ku Elmanya zextê li YE’yê dike ku divê Tirkiye rêz ji rêgezên hiqûqa dewletê re bigire û bi vê armancê daxwaz kir ku pêkanînên cuda yên aboriyê pêk bînin.

Di vê çarçoveyê de tê pêşbînîkirin ku di çarçoveya muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YE’yê fona (IPA) Alîkariya Malî ya Beriya Beşdarbûnê bê rawestandin. Her wiha di nûçeyê de tê diyarkirin ku Elmanya ji Komîsyona YE’yê daxwazkiriye ku hemû alîkariyên beriya beşdarbûnê dibin rawestandin.