Elmanya di salvgera Qirkirina Şengalê de wê rabe ser piyan

NAV-DEM li gelek bajarên Elmanyayê di salvegera Qirkirina Şengalê de çalakiyan li dar dixe. Di çalakiyan de êrîşên AKP’ê yên li dijî Şengalê wê werin şermezarkirin.

Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) ji ber sedema salvegera Qirkirina Şengalê plansaziya çalakiyê kir.

‘DIJMINATIYA AKP’Ê, BERXWEDANA ŞENGALÊ DIDOME’

NAV-DEM’ê di daxuyaniya nivîskî de got: ‘’Civaka Kurd a Êzîdî ku yek ji xwediyê baweriya herî qedîm ya Mezopotamyayê ye tim hatiye xwestin ku bi fermanan were tinekirin. Herî dawî barbariya DAIŞ’ê, ku modernîteya kapîtalîst û hevkarê wê faşîzma AKP’ê ew kiriye bela serê Rojhilata Navîn, Tebaxa 2014’an êrîş bire ser civaka Kurd a Êzîdî û ti nemabû ku Êzîdî welatê xwe Êzîdxanê biterikînin.

Civaka Kurd a Êzîdî ku her hêza serwer wan ji bo xwe weke gefê dibîninin, tim ferman bi ser Êzdiyan de anîne û di dîrokê de 73 caran fermana wan anîne, ketine ber talokeya qikirinê. Di ser Qirkirina Şengalê ya 3’yê Tebaxê re li gel ku tenê 3 sal derbas bûne jî faşîzma AKP’ê bi ser ev qas êşê de jî bi êrîşa bi ser Şengalê de polîtîkayên xwe yên bi dijminatiya Kurdan li ser Şengalê  didomîne.

Gelê Şengalê li her cihî li dijî vê dorpêçê radiweste û berxwedana xwe didomîne û jiyanê ji nû ve ava dike. Xeyalên bi sedan şehîdên me yên ku xwîna wan rijiyaye gelê me yê Şengalê û Êzîdî pêk tînin. Êzîdiyên ku bi êrîşên DAIŞ’ê re disa bûne mihacir, bi hezaran jê hatin çalkirin û revandin, îro li welatê xwe bi rê ve dibin û parastinya xwe dikin. Kurdên Êzîdî yên ku meclîsa xwe ava kirin û xwerêveberiya xwe ava kirine, li gel avakirina jiyaneke nû her wiha ji bo ku careke dî qira wan neyê, bi YBŞ, YJŞ’ê xweparastina xwe ava dikin û radigînin ku careke dî nakevin nav lepên van barbaran.

BANG

Em NAV-DEM bawer dikin ku azadkirina Şengalê ne tenê serfiraziya Kurdên li parçeyan e, her wiha divê weke serfiraziya tevahiya mirovahiyê were ditin û wiha mirov lê xwedî derbikeve û di salvgera Qirkirina Şengalê de em bang li gelê xwe yê Elmanya û Ewropayê dikin li her derê bi vî giyanî rabin ser piyan.’’

BERNAMEYA ÇALAKIYÊ

NAV-DEM’ê bernameya çalakiyê wiha belav kir:

03.08.2017

Saet:17:00

Ernst-Thomas-Platz

Nienburg/Weser

03.08.2017

Saet: 17:00

Hannover Hauptbahnhof

03.08.2017

Saet: 17:00

Almsstraße 46 31134 Hildesheim

(Li ber Dêra St. Jokobi)

Organisator: Meclisa Arîn Mîrkan

03.08.2017

Kirchplatz 1 Walsrode

Saet: 15:00

03-08-2017

Hemberi C&A Peine

Saet 11:15

Hamburg: Li pêşberî Hauptbahnof (Karstadt)

Saet: 11.15

BREMEN: Marktplatz (Li pêşberî Parlamentoyê) Saet: 11,15

KİEL:

Asmus bremen platz

Saet: 11.15

OLDENBURG:

Li pêşberî Hauptbahnof

Saet: 18.00

03.08.2017 Saet 10.30 Uhr

Brandenburg Tor

03.08.2017 Saet:11:15

Li pêşberî  Richard strauss brunnen

Saet.10:00

03.08.2017 Saet 11.00

Infostand û Bernamaya Bîranînê

Cih: Luisenplatz Darmstadt

03.08.017. Saet 11

Hbf Mannheim .

Daxuyaniya çapemeniyê

03.08.2017

Saet 11:15

Cih: Li pêşberî Europa Galerie , Saarbrucken

03.08.2017 Frankfurt Hauptwache

Saet 16.00 - 18.00 mîting

05.08.2017 Giessen Saet 15.00

Meş

Kirchplatz

03.08.2017

Saet 10.30- 12.30

Heinrich-Heine-Platz

Dusseldorf

Saet 11.15

03.8.2017

Saet 17.00- 19.00

Mala Êzdiyan Celle

Großer Plan

29221 Celle

Munster: 3 Tebax

Saet: 13 :00

adres :Kirch Straße 11.

48308 Senden

Katholische Kirche (Li gel Elmanan wê were kirin)

Dortmund: 3 Tebax

Saet: 11:15

Cih: Li pêşberî Karstadt

Duisburg: 3 Tebax

Saet: 10:00-19:00

Cih: Konigstr (Çalakiya kon )

Essen: 3 Tebax

Saet: 11:15

Cih: Willy-Brandt-Platz ( Li pêşberî Kaufhofun)

Bielefeld: 5 Tebax

Saet: 14:00

Cih: Rathaus Bielefeld

(Meş û mîtîng)

3 Tebax 2016

Saet 16.00

Zentralplatz ( Li pêşberî Forumê)

Koblenz