Elmanya di derbarê DÎTÎB'ê de lêpirsîna sîxûriyê vekir
Di derbatê DÎTÎB'ê de ku weke şaxên dewleta Tirk û AKP'ê li Elmanyayê hatine avakirin û xebatên sîxûrtiya MÎT'ê dikin, lêpirsîn hate vekirin.
Di derbatê DÎTÎB'ê de ku weke şaxên dewleta Tirk û AKP'ê li Elmanyayê hatine avakirin û xebatên sîxûrtiya MÎT'ê dikin, lêpirsîn hate vekirin.
Li Elmanyayê di derbarê Yekîtiya Îslam a Tirk a Karê Diyanetê (DÎTÎB) ku li Elmanyayê xebatên 900 mizgeft û qûrsên qûran dike, di encama îdîayê de ku sîxûriyê dikin, wê lêpirsînê bide destpêkirin.
Li gorî nûçeya di Spîegel Onlîneyê, berdevkê Dozgeriya Giştî ya Federal piştrast kir ku di derbarê DÎTÎB'ê ku xebatên sîxûriyê didin meşandin, doz hatiye vekirin.
Der ket holê ku di demê dawî de DÎTÎB bi rêya meleyên mizgeftan agahiyên sîxûriyê kom dikin û bi MÎT'ê re kordînelî kar dikin.