Elewî li dijî asîmîlasyonê li Kadikoyê ne
Elewî li dijî asîmîlasyonê li Kadikoyê ne
Elewî li dijî asîmîlasyonê li Kadikoyê ne
Mîtînga rêxistinên Elewiyan a bi dirûşma "Li dijî înkar û asîmîlasyonê, hemwelatiya wekhev û azadiya baweriyan" li Kadikoy a Stenbolê destpê kir.
Nêzî 50 rêxistinên Elewî, partiyên siyasî, sendîka û malên cem, bi dirûşma "Li dijî înkar û asîmîlasyonê, hemwelatiya wekhev û azadiya baweriyan" li Meydana Kadikoyê mîtîngekê lidar dixin. Beriya mîtîngê ji 3 baskan ber bi qada mîtîngê ve meş hat lidarxistin.
Bi dehhezaran kesên ji Tepe Natîliûs, Nexweşxaneya Nimûne ya Haydarpaşa û Sogutlçeşme dest bi meşê kirin, pankartên bi nivîsên "Li dijî înkar û asîmîlasyonê, hemwelatiya wekhev û azadiya baweriyan", "Malên Cem îbadetxane ne", "Emê nebin Elewiyên dewletê", "Li Sêwasê hat şewitandin, li Mereşê hat qetilkirin, li Gezî hat kuştin", "Projeya Mizgeft-Malên Cem asîmîlasyon e" û dowîzên bi nivîsa "Şehîdên Sêwasê namirin", "Bila mal û milkên Elewiyan bên radestkirin", "Te bi darve kir nebû, te şewitand nebû, niha dora me ye" û "Mîna Hz. Huseyîn serê xwe bilind bike, bejna xwe netewîne" hilgirtin.
Meşa ku rêxistinên Elewiyan tê de kortej çê kirin, Çerkezan û karkerên Beltaş jî piştgirî danê.
Bi hatina kortejên meşê re li qadê bernameya mîtîngê destpê kir.
Li gel rêveberên rêxistinên Elewiyan, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Sekreterê Giştî Arzû Çerkezoglû, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, endamên Desteya Rêveber a HDK'ê, hunermend Pinar Aydinlar, Dayika Mehmet Ayvalitaş Fadîme Ayvalitaş, malbatên kesên di komkujiya Madimak, komkujiya Gazî û serhildana Hezîranê de jiyana xwe ji dest dan, cihê xwe li protokolê girtin.
Elewiyan gotin "Kujerê Gazî, Gezî, Sêwas, Mereş, Roboskî tu ye ey dewlet" û destnîşan kir ku dê hesap bê pirsîn.
Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Navê kesên li Sêwas, Mereş, Roboskî, gezî, Lice, girtîgeha Amedê hatin qetilkirin, Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya hatin xwendin û bi sed hezaran beşdarên mîtîngê bi yek dengî gotin, "li vê derê ye".
Li ser navê Komîteya Amadekar Celal Dede peyivî û got, "Ji bo em ji Hizir Paşayên dixwaze me cuda bikin, em li vir, em hatin cem hev. Eger em xwedî li kevneşopiyên xwe dernekevin, mîna ku Hz. Elî got eger em serê xwe li ber neheqiyê bitewînin, emê rûmeta xwe winda bikin. Emê li pêş neheqan, zaliman serî netewînin."
Mîtîng bi axaftinan dewam dike.