Yekîtiya Parêzerên Ewropayê yên Ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiya li Cîhanê (ELDH) diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya li ser girtiyên siyasî tê wateya binpêkirina zagonên navneteweyî.
ELDH’ê got ku “Tecrîda ku ji zû ve ye didome, tê wateya ceza û êşkenceyê û divê Ocalan karibe bi parêzerên xwe re bicive. Di heman demê de li ser hemû girtiyên li girtîgehan jî tecrîd tê kirin û bi mehan nikarin bi malbat û parêzerên xwe re bicivin.”
BINPÊKIRINA MAFÊN KU NETEWEYÊN YEKBÛYÎ QEBÛL KIRIYE
ELDH’ê bi bîr xist ku ji sala 2011’an û vir ve Ocalan nikare bi parêzerên xwe re bicive û diyar kir ku tecrîd di raporên CPT’ê de jî hatiye teyîdkirin. ELDH’ê bal kişand ser vî tiştî ku Rêziknmeya Girtiyan a ku di sala 1955’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî hatiye qebûlkirin, rêziknameyeke gerdûnî ye û rêzikname di sala 2015’an de bi navê ‘Rêziknameya Nelson Mandela’ hatiye nûkirin. ELDH’ê bal kişand ser vî titşî ku her girtiyek herî zêde 15 rojan dikare tecrîd li were kirin û heke ev 15 roj were derbaskirin ev tişt dibe tiştekî ‘hovane û dermirovayetiyê.’
‘DI RAPORA CPT’Ê DE ZEXT BI EŞKERE HATINE DIYARKIRIN’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tirkiyeyê ev prensîb hemû binpê kiriye û ev rewş di rapora CPT’ê ya di sala 2016’an de jî cih girtiye. Di rapora CPT’ê de hatibû diyarkirin ku hemû girtiyên li Îmraliyê di sala 2016’an de herî kêm 5 sal in nikarin bi parêzerên xwe re û 18 meh in jî nikarin bi malbatên xwe re bicivin û jixwe mafê telefonê yê girtiyan ji binî ve hatiye qedexekirin.
DIVÊ KONSEYA EWROPAYÊ TÊKEVE NAV HEWLDANAN
Di daxuyaniya ELDH’ê de hate diyarkirin ku divê Konseya Ewropayê têkeve nav hewldanan û ev daxwaz hate kirin:
*Hikumeta Tirkiyeyê divê hurmetî nîşanî mafên girtiyên li Îmrali û girtîgehên din bide û tecrîda li ser Ocalan rake û destûrê bide ku girtî karibin parêzer û malbata xwe bibînin.
*Divê CPT biçe Girtîgeha Îmraliyê û kontrol bike bê ka Hikumeta Tirkiyeyê li gorî zagonan tevdigere yan na.
*Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê divê gavên lezgîn û pratîk biavêje, tecrîda li ser Ocalan û girtiyan rake û hevdîtina bi parêzer û malbatan re mîsoger bike.