El Xiznewî: Kiryarên qirêj ên DAÎŞ’ê û Erdogan weke hev in

Şêx Murşid Meşûq El-Xiznewî diyar kir ku şerê dewleta Tirk li ser Efrînê dijminatiyeke eşkere ye û ji erkê Kurdan e ku li gorî ola Îslamê berevaniya xaka xwe bikin.

Şêx Murşid Meşûq El-Xiznewî diyar kir ku şerê dewleta Tirk li ser Efrînê dijminatiyeke eşkere ye û ji erkê Kurdan e ku li gorî ola Îslam berevaniya xaka xwe bikin. Her wiha şervanên Kurd û yên QSD’ê weke parastvanên xak, namûs û şerefê bi nav kir. Xiznewî bal kişande ser hedîseke Pêxemerê Îslamê û got, kesên ku di ber parastina xaka xwe de dimirin şehîd dibin.

Şêx El-Xiznewî bersiv da pirsên servîsa Erebî ya ANF'ê.

-Di destpêkê de, hûn şerê Tirkiyêyê li ser Efrînê çawa dinirxînin?

Bêguman, şerekî qirêj û dijminatiyeke mezin li ser xaka Rojava ye. Ne Xwedan û ne jî pêxemberê wî ji vî şerî razî ne, û ne jî wijdanê çi mirovekî azad vî şerî pesend dike. Her wiha, hemû peymanên navneteweyî li dijî şerekî bi vî rengî ne. Ev şer sîtemeke eşkere li ser gelê Kurd e, mebest jê tunekirina nasnameya Kurdî ye, da Kurd bi xaka xwe ya rewa şa nebin.

Dîrok ji me re diyar dike çawa dewletên Tirkiyê, Iraq, Sûriyê û Îran ti carî li hev nekirine, tenê ku mijar Kurd be, li hev dicivin û bi hev re şerê vî miletî dikin. Va ev tişt li Efrînê xuya dibe, bi rêya wekîlê xwe, Erdogan şerekî bêhempa li dijî Kurdistanê dimeşînin, ev şer ji dergehê Rojava, Efrîn, dest pê bûye. 

Lê baweriya me bi Xwedan heye ku alîkariya miletê zulim lê dibe bike, Her wiha baweriya me bi Kurdên dilsoz heye ku van dijminan têk bibin û xaka xwe ji gemara wan paqij bikin.

Gerek e Erdogan ji Qurana pîroz îbretê bigire, çawa Xwedan dibêje: "Kesên sîtemkar, dê Xwedan sizayeke mezin bi serê wan de bihêne". Wisa pêxemberê umetê jî dibêje: "Xwe ji zulmê biparêzin, çimkî di axretê de dawiya wê tarîtî ye".

-Dewleta Tirk bi serokatiya Erdogan ji melayên mizgeftan daxwaza lavan bo serkeftina leşkerên artêşa xwe kir, ev tişt nayê wateya keysbaziya ola Îslamî bo berjewendiyên dewletê di şerê li ser Efrînê de?

Helbet ev keysbaziyeke ber çav e, û ne di cihê xwe de ye. Cihê mixabiniyê ye ku ne cara yekemîn e wisa li dijî Kurdan pêk dihê. Ji mêj ve, rêjîma Baas li Iraq û Sûriyê ol li dijî Kurdan bikar anîne, çimkî dixwestin ku alîgiran li dor xwe bicivînin û wan di şerê Kurdan de bikar bînin. Niha jî Erdogan wisa dike.

Dema ku Tirk navê "Şaxê Zeytûnê" li operasyonên xwe yên leşkerî dikin, wateya armancên wan ên gemar zelal dibin, ku ev nav nîşana aştiyê dide, ne nîşana cengê û wêrankirinê ye, û wisa mirîdên Erdogan ji wî re çapk didin û keyfa xwe diyar dikin.

Em dibînin ku navê "Cîhadê" li şerê xwe dikin, lê di rojevê de ew li derveyî sînorê xwe şer û kuştinê dikin, ev tê wateya ku berxwedêrên Efrînê, yên berevaniya xak û nûmûsa xwe dikin, şerê rewa dikin, û ev yek di ola Îslamê de baş zelal e.

-Erdogan hemû saziyên çapemeniyê bo şerê xwe bi kar dihêne, û li ser wan ferz kiriye ku navê şehîd li kuştiyên artêşa Tirkî bikin, di nêrîna Îslamî de, dibe ku navê şehîd li wan bibe?

Mixabin ku peyva "şehîd" bi şêweyekî erzan bikar dihê, tenê li gorî keyfa zordest û sîtemkaran. 

Da em nekevin gengeşiyê de, em ê li peyvên pêxember vegerin. "Mirovek hate cem pêxember û jê re got ’eger zilamek xwest bi darê zorê malê min bibe, çi bikim’ pêxember jê re got ’nede’, wî mirovî got ’eger şerê min kir’ pêxember got ’tu jî şerê wî bike’, dîsa jê pirsî ’eger min bikuje’ pêxember bersiv da û got ’tu yê şehîd be’ wî mirovî dîsa pirsî ’eger ez wî bikujim’ pêxember got ’ew ê di agirê dojehê de be’.

Li gorî vê bûyerê, û ji ber ku leşkerên Tirk dest bi şer kirine, û wan êrîşî xaka Efrînê kirine, em dikarin bibêjin ku kuştiyên wan ne şehîd in û dê di agirê dojehê de bin.

-Gelek Kurd hene ku piştevaniya Erdogan û siyasetên wî dikin, çiqas ew siyaset li dijî Kurdan bixwe be jî, hûn çi ji wan kesan re dibêjin?

Mêjiyê wan kesan ji hêla zilamên Erdogan û partiya wî ve hatiye xapandin. Tê zanîn ku civaka me ya Kurdî bigiştî civakeke oldar e, ne tenê li Tirkiyê. Piraniya xelkên me li ser Îslamê xwedî bûne. AKP vî tiştî baş dizane û bi rengekî şaş li gorî berjewendiyên xwe bikar dihêne, û Kurdên alîgirên Erdogan bi vî şêweyî didine, li ser bingeheke olî ku dibêje: "Di din destê şêxê xwe de weke miriyekî di kefenê de be".

Hemû zanyarên olî yên dewlata Tirk, wan Kurdan fam kirine ku Erdogan sultan e, pêwîst e ku her kes bi ya wî bike, bêyî ku li kiryarên wî binêrin, bêyî ku li tawanên wî binêrin. Ne tenê wisa, lê belê bihaneyan ji hemû tawanên Erdogan re jî dibînin.

-Hûn çawa helwesta saziyên olî û ya oldarên Başûrê Kurdistanê derbarê şerê li Efrînê dixwînin, di nêrîna we de, çi ji wan tê xwestin ku bikin?

Nêrîn û helwest ên wan, li gorî qonaxê, ji hev cuda ne. Kesên serbixwe li dijî vî şerê qirêj disekinin û piştgiriya gel li Rojava dikin. Lê ji hêleke din ve, em dibînin ku alîgirên wan El-Muslimîn li Başûr, komên Îslama siyasî û saziyên Îslamî yên bi hêz di hikûmetê de, ola xwe firoştine, û ji bo Erdogan li daholê didin. Mixabin ku piştevaniya şerê Erdogan li dijî birayên wan li Efrînê dikin.

-Gelek şêx û oldar ên Musilmanan li def şerê dewleta Tirk sekinîne, sedema vê yekê çi ye, û hûn çawa bersiva wan didin?

Di nêrîna min de yek ji van sê sedeman e: Sedema yekemîn ew e ku endamên tevgereke îslama siyasî ne, ya divegere Ixwan El-Muslimîn, ku "Hesen Bena" di destpêka sedsala bîsta de damezirandibû. Erdogan bixwe yek ji zaroyên vê tevgerê ye, ji lew re piştgiriya wî dikin.

Sedema duyemîn nezanbûna gelek oldaran e, ku rastiyê nas nakin û di fikra wan de ku Erdogan sultanekî musliman e, û nizanin ku Erdogan bixwe rê ji gelek tiştên pîs re di hundirê Tirkiyê de vekiriye, û derewan dike dema dibêje ew piştgiriya Filistîniyan dike, û qet ew oldar nabînin ku Erdogan zulmê li Kurdan dike. Ez li ser wan şêxan dibêjim ku zêdî bêvila xwe dûrtir nabînin.

Sedema sêyemîn pere û xweşiya dunyayê ye, û oldarên li pey vî tiştî dikevin pir in. Hin bo ku regeznameya Tirkî qezenc bikin, hin bo keyf û gera xwe bikin, û hin bo konfransan amade bin û di otêlên buha de çend rojên xwe biqedînin. Ez dikarim bibêjim ku piraniya saziyên îslamî yên rikberiya (muxalefet) Sûrî ji vî cureyî ne.

-Hûn li ser QSDê, ku hêzeke ji Kurd, Ereb û Suryaniyan pêk tê, çi dibêjin?

Beriya niha min anî ziman, artêşa Tirk êrîşî herêma Efrînê dike.  kesên berevaniya Efrînê dike, xak namûs û şerefê diparêze. Li gorî peyvên pêxember (silav û nimêj ên Xwedan li ser), QSD’ê hêzeke berxwedêr e.

Em lavan ji Xwedan dikin ku rê ji şervanên QSD’ê re veke û nîşana wan li dijî dijminê wan şaş neke.

-Peyveke we ya navdar heye dibêje "Eger çeteyên DAIŞê musilmanên rasteqîn bin, ez ê yekemîn im ku ji ola îslamê der dikevim", gelo ew peyv ji rewşa Tirkî ya niha re dibe; bitaybetî ku leşkerên artêşa Tirk, beriya êrîşa xwe li ser Efrînê, sûretên Quranê xwendin?

Belê, ew peyv bo her kesê ku bazirganiyê bi ola îslamê dike,çê dibe. Çimkî ew peyv di zanistiya olî de bi navnîşana "Berovajiyê" tê nasîn.

Ez ê şîrove bikim. "Berovajî" di ramana olî de tê wateya ku mirovek tiştekî li gora xwe pêk bihêne, û şêweyê pêkanîna wî tiştî bixwe berovajî rastiya olî be. Li vir ez bi bawerî dibêjim ku çawa ola îslamî ji DAIŞ’ê bêrî ye, wisa ji Erdogan jî bêrî ye. Çimkî kiryarên qirêj û gemar ên DAIŞ û Erdogan weke hev in, helbet ji ola îslamî ya paqij û pîroz dûr in.