Ekîncî ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser vî tiştî ku dîrokeke 7 hezar salî li ber çavan tê hilweşandin.
Ji bo Zelal Ekîncî ya ku Hevberdevka Bloka Aştiyê ye ya ku li dijî hilweşandina Sûrê têdikoşe Sûr ji dîrok û çandê wêdetir wateya xwe heye. Zelal Ekîncî keça bijîşk, siyasetmedar û nivîskar Tarik Ziya Ekîncî ye û diyar kir ku zaroktî û ciwantiya wê li Sûrê derbas bûye.
BI SEDAN AVAHÎ TÊN DAGIRKIRIN
Ekîncî diyar kir ku avahiyên xisar dîtine tên ku divê werin parastin bi makîneyên giran tên hilweşandin. Ekîncî ragihand ku bi giştî li ser 553 avahiyên tescîlkirî biryar hatiye dayîn ku werin hilweşandin.
PÊVAJOYA BÊHIQÛQ ÇAWA PÊK HAT?
Di sala 2009’an de bi hevkariya Wezareta Derdorê û Bajarvaniyê, Walîtî û TOKÎ û Şaredariyê bi şertê ku kuçe werin parastin protokolek ji bo başkirina taxan hate îmzekirin. Lê dewlet îro wê protokolê ji bo hilweşandinê ji xwe re dike referans. Ekîncî got ku, “Ji ber ku gelek kesan malên xwe neterikandin û neçûn TOKI’yê protokol hate betalkirin.”
BÊYÎ KU HAYA XWEDIYÊN AVAHIYAN HEBE
Lê di sala 2016’an de ev protokol dîsa xistin meriyetê û bêyî ku haya xwediyên avahiyan hebe biryara hilweşandinê hatiye dayîn û pere xistine hesabê xwediyên avahiyan û niha jî ji wan re dibêjin “derkevin.”
Ekîncî diyar kir, piştî ku gel nexwest ji malên xwe derkevin vê carê jî av û elektrîka taxê qut kirin. Ekîncî got ku, “Li wê derê dîrok û çandek heye. Di bingehê xaniyên kevn de jî kevirên bi qîmet hene. Divê arkeolog têkevin dewrê. Hilweşandina bi vî awayê bêwijdanî ye. Mirov nikare gel ji wir derxe û wan li avahiyên TOKI’yê bi cih bike. Jixwe yên malên xwe terikandine jî a niha poşman bûne.” Ekîncî diyar kir wan bi Platforma Sûrê re di 11’ê Tîrmehê de brîfîngek dane delegasyona Yekîtiya Ewrûpayê û got “Dîrokeke 7 hezar salî li ber çavên me tê hilweşandin. Li wê derê ne bi tenê çand û dîrok zaroktiya me jî di bin enqazan de dimîne.”