EJF û SJF: Di demokrasiyê de rojnamevan nayên zindan kirin
EJF û SJF: Di demokrasiyê de rojnamevan nayên zindan kirin
EJF û SJF: Di demokrasiyê de rojnamevan nayên zindan kirin
Piştî ku desthilatdariya AKP’ê 14 rojnamevan li Tirkiyeyê 5 rojan mêvan kirin û hemû mezaxtinên wan pêşwazî kirin, her wiha piştî di çapemeniya Swêdê de hate bilavkirin û nîqaşên li ser etîka rojnamegeriyê bilav bû Serokê Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EJF) Arne Konig û Serokê Federasyona Rojnamegerên Swêdê (SJF) Jonas Nordlig xwest rojnamegerên çûne seyahetê bidin “Lijneya Etîk ya Pîşeyê”.
Seyahet ne tenê di çapemeniyê de di nava rêxistinên pîşeya rojnamevantî û sendîkayan de jî bû sedema jêpirsîna têkiliyên rojname-desthilatdariyê û nîqaşên girîngiya etîka pîşeyê jî bi xwe re anî.
Geziya ku weke xebatek ya lobî ya AKP’ê hate rêxistin kirin, di çapemeniya Tirk de cihek berfireh girtibû, di malperên Hikumet û AKP’ê ya fermî de bi ser nivîsa “Egemen Bagiş Heyeta Rojnamegerên Biyanî qebûl kir” ji rayagiştî re hatibû ragihandin.
Seyahet weke ku seyaheta “Komeleya Rojnamegerên Biyanî yên Swêdê ye” ji rayagiştî re hate ragihandin bû sedema bertekan, tenê ji ber vê mijarê rêveberiya komeleyê civîn pêkanî û dan diyarkirin ku, daxuyaniyên di malperên Hikumet û AKP’ê de derketine nerastin, çi têkiliya komeleyê bi çi awayî bi seyahetê re tuneye û biryar girtibûn ku, dê binameyekê ji Egemen Bagiş û Hikumeta AKP’ê re ragehînin.
Piştî van nîqaşan Rojnameger-Nivîskar Kurdo Baksî û Murat Kuseyrî di rojanemeya Expressen de nivîsên ku binpêkirina mafê mirovan û fikir ya li Tirkiyeyê û rexnekirina kesên tevlî seyahetê bûne, li Swêdê bû sedema destpêkirina nîqaşa etîka rojnamegeriyê.
Piştî ku mijar di çapemeniya nivîskî belavbû vêcarê di Radyoya Swêdê jî hat nîqaşkirin. Serokê Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EJF) Arne Konig û Serokê Federasyona Rojnamegerên Swêdê (SFJ) Jonas Nordling daxuyaniyekî hevpar ya bi ser nivîsa “Di mijara azadiya çapemeniyê de helwesta me zelale” hate kirin.
Daxuyaniya ku di rojnameya Expressen ku 820 hezar tîraja wê heyî de hate weşandin, Konig û Nordling dane diyarkirin ku, çi têkiliya wan bi seyaheta SJF’ê nîne, ev seyahet ne tenê ji ber binpêkirinên mafê mirovan yên li Tirkiyeyê, di heman demê de di aliyê etîka rojnamegeriyê de bandorek nebaş li ser ji bo rojnameger bi awayek azad û serbixwe kar bikin dike, ji ber vê çendê ew li dijin. Hate diyarkirin ku, rojnamegerên ev rêgeze binpêkirine mafê her kesê heye ku wana bide Lijneya Etîkê ya Pîşeyê.
Konig û Nordling dane zanîn ku, tu kes nikare bêje di mijara azadiya çapemenî û fikir ya li Tirkiyeyê de helwesta wan ne zelale û got: “SJF’ê kampanya ji bo serbest berdana rojnamegerên li girtîgehê ya ji aliyê Federasyona Rojnamegerên Ewropayê ve hatî destpêkirin bi awayek aktîf piştgirî daye. Kampanyayê ewlatkirinê pêkanîne. Gelek şaxên me rewşa hempîşeyên me yên di girtîgehan de anîne rojeva rayagiştî. Di hinek rewşan de hewildanên me bûn sedem ku hinek hempîşeyên me ji girtîgehê bêne rizgarkirin. Weke din jî SJF bi Federasyona Sendîkayên Memûran re (TCO) ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan meha borî çûn Tirkiyeyê.” Dibêjin peyama ku her demê ji Tirkiyeyê re dişînin pir basîte, “Di demokrasiyê de rojnameger nayên zindan kirin.”