Ehmedî: Bila dewletên Rojavayî bi Ruhanî bawer nekin

Ehmedî: Bila dewletên Rojavayî bi Ruhanî bawer nekin

Serokê PJAK’ê Hacî Ehmedî dewletên Rojavayî şiyar kir û xwest baweriya xwe bi Hasan Ruhanî neynin. Ehmedî diyar kir ku bêdengiya dewletên Rojavayî ya li hember Ruhanî,  dihêle Îran zextan li ser Kurdan zêde bike.

Ehmedî di hevpeyvînek ligel ajansa nûçeyan a Reutersê de diyar kir ku, “Ruhanî kesekî bi temamî girêdayî sîstema Ayetullah Xamaneyî ye, Îran li himberî PJAK’ê di nava amadekariyên êrîşên nû deye. Tevî ku Amerîka û Ewropa li hember Îranê di nava hewildanên başdene jî, lê li Îranê tu guhertinek çênebûye û ji nû ve zext û înfaz zêde bûne.

Her wiha Ehmedî di berdewama hevdîtina xwe de bal kişand ser zext û darvekirinên di dema dawî de û wiha got: “ Heya niha tu girtiyên siyasî ji kêmnetew yan ji gelên din nehatine berdan,kesên ku têne bidarvekirin hemû ji kesên kêmnetewêni Îranê ne.”

Ehmedî di hevpeyvînê de behsa mudaxeleya meha borî ya ku li Bexdayê li ser wargeha Mucahîdên Gel, bi zextên Îranê ku li ser hikumeta Îraqê hatibû encam dan jî kir.