Egîtîm Sen a Amedê dê bi Kurdî ders bide
Egîtîm Sen a Amedê dê bi Kurdî ders bide
Egîtîm Sen a Amedê dê bi Kurdî ders bide
Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê dê bi wesîleya Roja Cejna Zimanê Kurdî li hemû dibistanên Amedê bi kurdî ders bide. Serokê Şaxa Egîtim Sen'ê ya Amedê Kasim Birtek, diyar kir ku ew dê di 15'ê Gulanêde meşê pêk bînin û bang li hemû welatiyan kir ku tev li meşê bibin.
Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê, bi minasebeta Roja Cejna Kurdî civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê Kasim Bîrtek, diyar kir ku kovara Hawar ji aliyê Celadet Bedirxan ve li sirgûniyê li Paytextê Şamê yê Sûriyê bi kurdî hat çapkirin û ji 15'ê Gulana 2007'an heta niha kurd 15'e Gulanê wekî roja Cejna Zimanê Kudî pîroz dikin. Birtek, anî ziman ku mafê ziman bi qasî mafê jiyane pîroz e û wiha got: "Tu mafê kesî tune ku mafê ziman qedexe bike. Ji ber polîtikayên asimilasyonê bi sedan ziman winda bûn. Bi sedan ziman hatin qedexekirin. Bi sedan ziman hatin xwestin tune bibin û winda bibin. Di 30 salên dawî de 40 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber polîtîkayên inkar û îmhayê van mirovan jiyana xwe ji dest dan. Kurdan bi têkoşînê hebûna xwe dan qebûlkirin. Lê hêj kurdan ji bo ziman daxwazên xwe neanîne ziman bertek tên nîşandan. Bi pergala hefteyê rojê saetek dersa kurdî ya hilbijartinî nayê qebûlkirin. Em dixwazin ji dibistana seretayi heta zanîngehê di hemû dersan de kurdî hebe. Ji bo xwendekar di ezmûman de bi ser bikevin divê hemû xwendekar bi zimanê zikmaki perwerdehiyê bibînin. "
BANGA TEVLÊBÛNA MEŞÊ
Bîrtek, da zanîn ku ewê di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de li hemû dibistanên Amedê saetek dersa kurdî bidin û wiha got: "Birez Ocalan bi vê pêngava nû şert û mercên nû yên çareseriyê li pêş her kesî vekir. Em dê di 15'e Gulanê de saetek dersa kurdî bidin. Em dê Egîtîm Sen, KURDÎ-DER û gelê xwe bi hevre saet di 18.00'an de ji ber KCD'ê heta Parka Koşuyoluye meşekê pêk bînin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li meşê bibin.