'Efrîn wê bi berxwedaneke mezin a gelan bê parastin'

Kongreya Gel a Mezopotamyayê: Efrîn warê gelan e, keleha alternatîfa demokratîk e, bîrdariya jiyana bi rûmet e... Dewleta Tirk a nîjadperest dikare êrîşî vê derê bike, lê bila zanibin ku ev der wê bi berxwedaneke mezin a gelan were parastin.

Kongreya Gel a Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Bi navê gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî, weke Kongreya Gel a Mezopotamyayê em hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li nava Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ku li Rojhilata Navîn diqewime, li dijî serdestî, paşverûtî, mêtingerî û dij bi demokratîkbûnê, bi pêşengiya Sîstema Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê zîhniyeteke demokratîk a alternatîf diafire.

Kongreyê destnîşan kir, cara yekê ye ku Kurd, Ereb, Êzidî, Elewî, Asûrî-Suryanî-Keldanî, Ermenî, Çerkes, Tirkmen û Çeçen derfet dîtine ku di nava şert û mercên wekhev de bi hev re bijîn.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, Erdogan ê faşîst ku nikare xwe li vê alternatîfa jiyana bi rûmet rabigire, tevî rêxistinên paşverû û dijminê jinan, êrîşî Efrînê dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Efrîn warê gelan e, keleha alternatîfa demokratîk e, bîrdariya jiyana bi rûmet e... Dewleta Tirk a nîjadperest dikare êrîşî vê derê bike, lê bila zanibin ku ev der wê bi berxwedaneke mezin a gelan were parastin. Çawa ku DAÎŞ-dewleta Tirk-Erdogan ê qirker li Kobanê têk çûn, xelîfetiya wî li binê erdê ket, wê li Efrînê jî koalîsyona dewleta Tirk-Erdogan ê faşîst-AKP-MHP ên faşîst, têk biçin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Bi navê mHK'ê em berxwedana Efrînê silav dikin û dibêjin ku em bi wanr e ne... Bi vê wesîleyê em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku li ber hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk rabe. Her wiha DYA, Rûsya, Ewropa û Brîtanya jî dawet dikin ku li dijî êrîşên terorîstî yên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin."

Di daxuyaniyê de bang li gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî jî hate kirin ku bi feraseta 'Efrîn dîroka me ye, mirovahiya me ye, exlaqa me ye û rûmeta me ye' li her qadê li dijî dewleta Tirk a qirker bisekinin.

Kongreyê di dawiyê de got, "Serketina Efrînê têkçûna bloka dewleta Tirk a faşîst e, serketina alternatîfa sêyemîn a demokratîk a li Rojhilata Navîn e..."