‘Edî bila edalet cihê xwe bigire’
‘Edî bila edalet cihê xwe bigire’
‘Edî bila edalet cihê xwe bigire’
Di çalakiyên Dayîkên Şemiyê de Hakîme Acar, aqubeta hevserê xwe yê bi navê M.Emîn Acar yê ku di sala 1993'an de ji aliyê lêşkeran ve bi darêzorê ji malê hat girtin û bi îşkenceyan hat înfaz kirin pirsî û wiha got: "Êdî hevserê min nedihat naskirin, cenazeyê wî bi tevahî bi îşkenceyê hatibû perçe kirin. Em dixwazin Kesên ku ev êş bi me da kişandin bê darizandin. Êdî bila dad cihê xwe bibîne."
Dayîkên Şemiyê weke her hefteyê vê heftê jî li kolana Orhan Dogan ya Lîseya Cizîrê li hev civiyan û aqûbeta kesên ku di salên 1990'an de bi cînayetên "Kiryar nediyar" de bûne qûrbanî û kesên ku dibinçavde hatine wendakirin pirsîn. Dayîk bi wêneyên xizmên xwe tevlî çalakiyê bûn, nûnerê Şaxa ÎHD'ê yê Şirnexê, MEYA-DER, rêveberên KURDÎ-DER'ê û gelek welatiyan pişgirî dan çalakiyê û tevlî çalakiyê bûn. Vê heftê çîroka M.Emîn Acarê ku di sala 1993'an de ji aliyê lêşkeran ve bi darêzorê ji malê hat girtin û bi îşkenceyan hat înfazkirin hate vegotin. Çîrok ji aliyê hevsera M.Emîn Acar Hakîme Acar ve hat vegotin. Acar diyar kir ku di sala 1993'an de leşkeran avêtin ser gundê wanê Gurîzaya Hezexê û hevserê wiyê ku nû ji nexweşxaneyê hatibû bi darêzorê ji mal girtinê û girtibû binçav û wiha got: "Gelek leşkeran bi tevahî gund dorpêç kirin û hemû mêr komkirin û çavên wan girêdan. Hevserê min jî bi darêzorê ji mal derxistin û îşligê ku li ser wî parçe kirin û bi parçeyê wî îşligê çavên wî girê dan. Leşkeran bê hevserê min 2 kesên din jî ji gund girtin û ji gun veqetiyan." Acar anî ziman ku bi rojan piştî binçav kirinê cenazeyê hevserê wî yên ku bi îşkenceyê hatibû parçe kirin ji aliyê gundiyan ve hat dîtin.
Acar wiha vegot: "Edî hevserê min nedîhat naskirin. termê wî bi tevahî di îşkenceyê de hatibû derbaskirin, hatibû parçekirin. Termê wî danîbûn ber şikeftekî. Me termê wî bi gundiyan re girt û definkir. Ez naxwazim êdî ev neheqiya li erdê bimîne. Em dixwazin Kesên ku ev êş bi meda kişandin bê darizandin. Êdî bila dad cihê xwe bibîne."
Piştî Acar Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê Emîrhan Uysal axivî. Uysal diyar kir Dayîkên Şemiyê her hefteyê roja şemiyê li hev dicivin û aqûbeta kesên ku di salên 1990'an de bi cînayetên "Kiryar nediyar" de bûne qûrbanî û kesên ku dibinçavde hatine wendakirin dipirsîn û birînên dilê xwe derdike û wiha got: "Dayîk birînên ku qalik girtine yên dilê xwe li vir dûbare der dikin. Kiryarên van mirovan kesên ku diyarin û heta ku ev kiryar derbikevin holê emê têbikoşin. Heta ku kiryar derbikeve holê dayîk her heftê dê li hev bicivê û birînên xwe derbike. Em wek ÎHD li gel dayîkanin."
Piştî axaftinê 5 qede çalakiya rûniştinê hat li darxistin