DYE'yê derheqê çeteyên Erdogan biryara pêkirinê da

DYE'yê derheqê koma çete Ahrara El Şarkiye ku girêdayî şefê dîktatoriya Tirk Erdogan e biryara pêkirinê da. Koma çete Ahrar El Şarkiye sala 2019'an siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef şehîd kiribû.

Hevrîn Xelef 12'ê Cotmeha 2019'an li nêzî Girê Spî ji hêla koma çete Ahrar El Şarkiye ve hatibû şeîdkirin, ku ev koma çete ji hêla dewleta Tirk ve tê fînansekirin û cebilxane jê re tê şandin. Xelef a ku endama Lijneya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bû her wiha Sekretera Giştî ya Partiya Dahatuyê ya Sûriyê bû.

Washîngtonê derheqê koma terorîst Ahrar El Şarkiye ya bi ser Enqerê ve biryara pêkirinê da. DYE'yê got ew ê bi berdewamî hesab ji wan kesan bipirsin ku hovîtî kirine.

Washîngtonê her wiha derheqê du kesan ku li di bin himeyeya Erdogan de ne biryara pêkirinê da. Hasan El Şban û Ferrûh Furkatovîç Fayzîmatov ên ku li Tirkiyê dimînin têne tawanbarkirin ku El Qaîde û Heyet Tahrîr Elb Şamê fînanse dikin.

Her wiha berpirsê sereke yê 5 girtîgehên bi ser rejîma Beşar El Esad ve jî, ji ber êşkenceyan kete nav lîsteya pêkirinê ya DYE'yê.

Wezareta Xezîneyê ragihand hemû kirinên Ahrar El Şarkiye yên DYE di nav de hatine qedexekirin û hemû mal û milkê koma çete hatine sekinandin.

Komîseriya Payebilind ê Neteweyên Yekbûyî di serî de kuştina Hevrîn Xelef ji ber sûcên şer ên vê komê helwest nîşan dabû.

NY'yê gotibû ji ber komên çekdar ên navborî dibe ku Tirkiye 'berpirs' were dîtin.

Li gorî rêveberiya DYE'yê Ahrar El Şarkiye li nêzî Helebê li girtîgehekê ku di bin kontrola wan de bû bi sedan kes kuştine û endamên berê yên DAÎŞ'ê di nav xwe de vedihewîne.

Aîme Cutrona ku li Wezareta DYE'yê ji dosyaya Sûriyê berpirs e diyar kir pêkirina roja çarşemê her wiha armanc dike, ''DYE ji bo ku hesab ji wan kesan bipirse ku tundî li dijî gelê Sûriyê kirine û bûne sedema êşê, bi bîr dixe ku wê hemû derfetên dîplomatîk ên di dest xwe de bi kar bîne.''