DYE'yê dawî li perwerdekirina pîlotên Tirk anî

Wezareta Parastinê ya DYE’yê Pentagonê eşkere kir ku dawî li perwerdekirina pîlotên Tirk ên balafirên F-35 aniye.

Ji ber helwesta Tirkiyeyê ya S-400, rageşiya di navbera DYE û Tirkiyeyê de kûrtir dibe. Beriya niha di derbarê S-400 de Washingtonê gelek caran Tirkiye hişyar kiribû ku nekire. Li gorî daxuyaniya Pentagonê, perwerdekirina pîlotên Tirk ên balafirên F-35 hatiye sekinandin.

Berdevkê Pentagonê Mike Andrews di derbarê mijarê de got, "Haya wezareta me jê heye ku êdî pîlotên Tirk ên li baregeha hewayî ya Lukeyê tevlî perwerdeyê nabin."

Andrews da zanîn ku heta Tirkiye di vê polîtîkaya xwe de guhertinê pêk neyne, ew ê bi qedeme tevlîbûna Tirkiyeyê ya li bernameya F-35 rawestînin.

Rayedarekî din ê DYE’yê jî ji Reutersê re axvî û got ku ji ber ewlehiyê perwerdeya pîlotên Tirk dane sekinandin. Lê belê personelê Tirk ên li baregeha hewayî ya li Eglîn a li Floridayên ji hin aliyan ve perwerdeya wan didome.

Wekîlê Wezareta Parastinê yê DYE’yê Patrick Shanahan, di nameya xwe de ya ji wezîrê Tirk Hûlûsî Akar re şandî gotibû, heke Tirkiye dest ji kirîna pergala S-400 ji Rûsyayê bernede wê gavên berbiçav biavêjin û Tirkiye hişyar kiribû.

Rêveberiya DYE’yê diyar dike ku wê tevlîbûna Tirkiyeyê ya bernameya F-35 31’ê Tîrmehê bi dawî bibe û ekîba ku 4 jê pîlot bi giştî 42 personel wê vegere welatê xwe.