DYE mînak da bê ka dikare çi ambargoyan li ser rake

Bi çarçoweya danûstandina li Wiyanayê ya têkilî nukleerên Îranê DYE'yê mînak da bê ka ew dikarin çi ambargoyan li ser Îranê rake.

Di navbeyna Tehranê û îmzekirinê din ên peymana nukleerê ya sala 2015'an de, ji bo ku dîsa li peymanê vegerin li Wiyanayê danûstandin didomin. 

Li gorî nûçeya AFP'ê rayedarekî Emerîkî piştî navbeyna gotebêjan daxuyanî daye nûçegihanan, diyar kir ji bo ku biçin ser wê peymana ku Serokê Berê yê Emerîkayê Donald Trûmp jê vekişiyabû, got, ''Em careke dî bi berfirehî li ser sekinînin. Me çend mînak dane ber îranê ku em lê difikirin wan ambargoyan rakirn.''

Rayedarî got, ''Me gelek mînak li ber wan danîn (...) Bi min derheqê ambargoyên ku divê em rakin û nikarin rakin êdî xwedî zanînên berfireh in.''

Rojnameya Wall Street Journalê îdîa kiribû şandeya DYE'yê hazir e wê ambargoyê rake ku Trûmp bi tawanbariya terorîzmê ambargoya darayî û ambargoya sektora petrolê li ser Îranê danîbû.

Rayedar bal kişande ser ambargoyên ku rasterast ne têkilî bernameya nukleer in, ku Trûmp ji bo ku nehêle Joe Bîden vegere ser peymanê ev danîbû û got, kategoriyeke wiha zor heye.

Trûmp sala 2018'an ji aliyê xwe ve ji peymana nukleerê vekişiyabû, bi çarçoweya polîtîkaya zextê ya pir zêde vegeriyabû ser ambargoyan. Îranê jî bersiv dabû vê û bi qonaxî qewlên ku bi çarçoweya peymanê bûn betal dikir.

Joe Bîden ku hatibû şûna Trûmp gotibû heke Tehran vegere ser sînordariyên bi çarçoweya peymanê ew hazir in ku li peymana nukleer vegerin.

Ji Nîsanê û wir ve li Wiyanayê di navbeyna Îran, Çîn, Rûsya, Fransa, Elmanya û Kraltiya Yekbûyî de danûstandin hene. Civîna dawî ya vê heftiyê sêşemê temam bû. Tê payin ku heftiya bê dîsa danûstandin werin kirin.