DYE: Girtina HDP'ê wê hîn bêhtir derbê li demokrasiyê bixe
Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ragihand, ku ew hewldana dewleta Tirk a ji bo girtina HDP'ê û betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'î 'ji nêz ve' dişopînin.
Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ragihand, ku ew hewldana dewleta Tirk a ji bo girtina HDP'ê û betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'î 'ji nêz ve' dişopînin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hate gotin, "Em destpêkirina hewldanên tasfiyekirina HDP'ê dişopînin ku ev yek bi rengekî nepêwîst wê îradeya hilbijêrên Tirk serûbin bike, hîn bêhtir derbê li demokrasiya li Tirkiyeyê bixe û bi milyonan welatiyên Tirk ji nûnerên xwe bêpar bihêle."
Berdevkê wezaretê Ned Prîce got, "Em bang li hikumet Tirk dikin ku hurmetê nîşanî parastinên ji aliyê Destûra Bingehîn a Tirk ve hatine misogerkirin û azadiya îfadeyê bidin ku bi peymanên navneteweyî hatine destnîşankirin."
Berdevk têkildarî betalkirina wekîltiya Gergerlîoglû got, "Di serî de betalkirina wekîltiya parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglû, DYE tedbîrên 17'ê Adarê yên ku cihê aciziyê ne û bûyerên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne."