DYA'yê bombe li hêzên Heşdî Şebî barand

DYA'yê li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê ku weke "xeta sor" îlan kiriye, duh bi şev bi balafirên şer bombe li çeperên Heşdî Şebî barand.

Êrîş li hemberî Ketîbeyên Şeyîd Şuheda, ku di nava heşdî Şebî de ye, hate kirin. Li gorî agahiyan gelek milîs mirine, gelek jî birîndar bûne.

Ketîbeyên Seyîd Şuheda li ser êrîşê daxuyaniyek da û diyar kir, balafirên şer ên DYA ku berê li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê li DAIŞ'ê dan, duh bi şev "êrîşeke dijwar" birin ser çeperên wan.

Ketîbeyên Seyîd Şuheda ragihand, ji ber bomberdûmanê gelek endamên wan mirine û birîndar bûne. Her wiha diyar kir ku ev êrîş wê bê bersiv nemîne.