DYA: Tirkiye li ser sînor piştgiriyê dide El Kaîdeyê!
Brett McGurk got ku Îdlîb a li ber Tirkiyeyê bûye qada El Kaîdeyê û pirsî “Gelo alîkarê Zevahîrî bi pereşûtê daket wê derê?”
Brett McGurk got ku Îdlîb a li ber Tirkiyeyê bûye qada El Kaîdeyê û pirsî “Gelo alîkarê Zevahîrî bi pereşûtê daket wê derê?”
Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê yê DYA’yê McGurk got, “Niha ew der, li ber sînorê Tirkiyeyê bûye qada El Kaîdeyê.” McGurk hişyarî da û got “Em ê li ser vê meseleyê bi Tirkan re biaxivin” û got, “Me çawa li hin herêmên DAIŞ’ê sînor girt û nehişt kes derbas bibe, dibe ku em heman tiştî li Îdlîbê jî bikin.”
Brett McGurk got ku Îdlîb a li ber Tirkiyeyê bûye qada El Kaîdeyê û pirsî “Gelo alîkarê Zevahîrî bi pereşûtê daket wê derê?”
Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê yê DYA’yê Brett McGurk di panela Enstîtuya Rojhilata Navîn de axivî û diyar kir ku Tirkiye piştgiriyê dide El Kaîdeyê.
‘EL KAÎDE LI BER TIRKIYEYÊ YE!’
McGurk got ku, “Herêma Îdlîbê piştî êrîşên 11’ê Îlonê bû qada lêcihbûnê ya El Kaîdeyê. Ev kêşeyeke mezin e û ji zû ve didome. Serokên El Kaîdeyê yên ku diçin Îdlîbê gelek caran nikarin ji wê derê derkevin. Lê divê em vî tiştî bipirsin. Alîkarê Ayman El Zevahîrî yê ku serokê El Kaîdeyê ye çima û çawa diçe Îdlîbê? Çawa diçin wê derê? Ew ne leşkerên pereşûtvan in. Niha li ber sînorê Tirkiyeyê El Kaîde heye. Em ê li ser vê meseleyê bi Tirkan re biaxivin. Me çawa li hin herêmên DAIŞ’ê sînor girt û nehişt kes derbas bibe, dibe ku em heman tiştî li Îdlîbê jî bikin. Ev kêşe ji ya DAIŞ’ê cihêtir û mezintir e.”
ÎSTATÎSTÎK BELAV KIR
McGurk îstatîskên şerê li dijî DAIŞ’ê wisa diyar kir:
“Di navbera salên 2013-2016’an de 40 hezar şervanên biyanî çûne Sûriyeyê. Niha nikarin têkevin Sûriyeyê, yên ketine jî wê li Iraq û Sûriyeyê bimirin. Ligel hêzên herêmî di operasyonên li dijî DAIŞ’ê de me qadeke 70 hezar kîlometrekare ji DAIŞ’ê paqij kiriye. 5 milyon kesên di bin zilma DAIŞ’ê de bûn,êdî azad in. Ya herî girîng jî DAIŞ careke din nikarî têkeve herêmên ku me azad kirine. Li Iraqê 2 milyon kes vegeriyan malên xwe. Ev hejmareke gelekî mezin e. Koalîsyonê nêzî 100 hezar kes perwerde kir û ev hêz tu carî têk neçûn. Li Sûriyeyê niha 25 hezar Erebên Sunnî û 25 hezar şervanên Kurd ên QSD’ê hene. Ji sedî 40’ê operasyona Reqayê qediyaye. Operasyon wê dirêj biajo, ne bi tenê kolan bi kolan, Reqa ode bi ode tê rizgarkirin.”
‘ME STRATEJIYA XWE GUHERAND’
McGurk got ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de hin guhertin kirine û ev guhertin wisa diyar kir:
“Ya yekemîn rêveberiya Serok Trûmp rayeya taktîkî da qedemeyên jêr ên artêşê. Bi vê biryarê re li qadê zû biryar tê stendin û encamên baş tên wergirtin. Ya duyemîn kampanyaya tunekirinê û xebatên alîkariya mirovî. Ya sêyemîn di nav koalîsyonê de karbeşî. Ya çaremîn jî qutkirina têkiliyên DAIŞ’ê yên bi cîhanê re. Bi ya min ev modeleke baş e, bi kêr tê. Em dijminan perîşan dikin. Heta ku em DAIŞ’ê ji her derê derxînin, em ê nesekinin, em ê pêkutiyê zêdetir bikin.”