DYA: Li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê teror tê fînansekirin
Li gorî rapora 'Stratejiya Kontrola Narkotîkê" ya Wezareta Karên Derve ya DYA, bi qaçaxçitiya petrol, mirovan û berhemên dîrokî re li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê teror tê fînansekirin.
Li gorî rapora 'Stratejiya Kontrola Narkotîkê" ya Wezareta Karên Derve ya DYA, bi qaçaxçitiya petrol, mirovan û berhemên dîrokî re li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê teror tê fînansekirin.
Li gorî rapora 'Stratejiya Kontrola Narkotîkê" ya Wezareta Karên Derve ya DYA, bi qaçaxçitiya petrol, mirovan û berhemên dîrokî re li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê teror tê fînansekirin. Di raporê de hat ragihandin, Tirkiye di mijara wergirtina tedbîran li hemberî vê fînansamana terorê, kêm dimîne.
Di beşa Tirkiyeyê ya vê raporê de hat destnîşankirin, ku ji bo fînansmana terorê ya li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê, pere diherike Tirkiyeyê.
Di raporê de hat ragihandin, ku saziyên ne ji bo qezencê hatine avakirin jî ji fînansmana terorê re vekirîne û hat gotin, hêza lêpirsînê, hevkariya bi saziyan re, kapasîteya polîsan, hunera şopandin û xwe gihandinê ya Tirkiyeyê di vî warî de qels e.