DYA: Hebûna leşkerî ya li Sûriyeyê wê dewam bike

Wezîrê Karên Derve yê DYA destnîşan kir ku hebûna wan a leşkerî ya li Sûriyeyê hem li dijî DAÎŞ'ê hem jî ji bo pêşîgirtina li Îranê girîng e. Wezîr Tîllerson got, ji bo aştiyeke mayinde divê Beşar Esad vekişe.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Rex Tîllerson got, hebûna leşkerî ya DYA ya li Sûriyeyê heta ku çeteyên DAÎŞ'ê bi temamî tine bûn û welê lê hat ku nema karibin careke din derkevin holê, wê dewam bike.

Tîllerson got, "Dewamkirina hebûna me ya leşkerî û dîplomatîk li Sûriyeyê, ji bo berjewendiyên me yên neteweyî gelekî girîng e" û destnîşan kir ku wê zû bi zû xwe ji vî welatî venekişînin.

Tîllerson da xuyakirin ku lingekî çeteyên DAÎŞ'ê ji holê rabûye û diyar kir ku di demeke nêz de wê her du lingên wan ji holê rabin.

ŞAŞITIYA LI IRAQÊ HATE KIRIN WÊ NEYÊ DUBAREKIRIN

Tîllerson destnîşan kir ku DYA wê mîna li Iraqê, 'zû bi zû venekişe' û anî ziman vekişîna leşkerên Amerîkî ya sala 2011'an 'şaşitî' bû. Tîllerson bang kir ku heman şaşitî neyê dubarekirin.

Tîllerson bi bîr xist ku vekişîna leşkerên Amerîkayê bû sedem ku El Qaîde li Iraqê li ser piyan bimîne û got, piştî El Qaîdeyê çeteyên DAÎŞ'ê li Iraqê xurt bûn û beşeke girîng a vî welatî dagir kirin.

LI DIJÎ ARMANCA ÎRANÊ YA JI BO KONTROLKIRINA HERÊMÊ HIŞYARÎ DA

Rex Tîllerson anî ziman ku mijara vekişîna DYA bi temamî ji Sûriyeyê pêwendiya xwe bi polîtîkaya Îranê heye û ragihand, ev yek wê pozîsyona Îranê ya li Sûriyeyê xurtir bike.

Tîllerson destnîşan kir ku çareseriyeke gengaz a li Sûriyeyê divê xizmetê ji 'armanca Îranê ya kontrolkirina herêmê' re neke.

ÇÛYÎNA ESAD WÊ ŞERT Û MERCÊN JI BO AŞTIYA MAYINDE BIAFIRÎNE

Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson da xuyakirin ku ji bo çareseriyeke mayinde ya li Sûriyeyê divê Beşar Esad biçe û got, hebûna leşkerî ya Amerîkayê jî xizmetê ji vê armancê re dike. Tîllerson diyar kir ku di encama hevdîtinên bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de çûyina Esad ji ser wezîfeyê, wê rê li ber mercên aştiya mayinde veke.