DYA, dest bi sewqiyata çekan a ji bo YPG’ê kir

Rayedarên Wezareta Parastinê yê DYA’yê, diyar kir ku sewqiyata çekan a ji bo YPG’ê dane destpêkirin.

Du rayedarên Wezareta Parstinê ya DYA’yê, diyar kir ku sewqiyata çekan a ji bo YPG’ê dane despêkirin. Rayedarekê jî diyar kir ku sewiyata çekan a ji bo YPG’ê beriya 24 saetan destpê kiriye.

Rayedaran agahiyên têkildarî cûrên çekan û bi kîjan rêyan radestî YPG’ê kirine diyar nekirin. Hat diyarkirin ku di nava çekên ji bo YPG’ê hatiye şandin de, çekên mekîneyî, wesayîtên zirxî û bûldozer jî hene.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp, di despêka meha Gulanê de, beriya operasyona Reqayê alîakariya çekdayîna YPG’ê erê kiribû. Hikûmeta Tirkiyeyê nerazîbûna xwe ji vê biryarê re nîşandabû.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan, di hevdîtina xwe ya 16’ê Gulanê ya bi Serokê DYA’yê Donald Trûmp a li Qesra Spî, ev mijar anîbû rojevê.