Dûran Kalkan: Divê li dijî faşîzmê valahî neyê hiştin

Kalkan: Rêveberên Tirkiyeyê, sîstema TC bi rengekî vekirî sûcê li dijî mirovahiyê dikin. Ne tenê Tirkiye, hemû hêzên komployê yên navneteweyî û hêzên Rêber Apo xistin Îmraliyê hevparê vî sûcî ne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya "Ulkeden" a NewsChannelê bû û destnîşan kir, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêkanîneke faşîst û qirker e û sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Kalkan diyar kir, rêveberên Tirkiyeyê, sîstema Komara Tirkiyeyê bi rengekî vekirî sûcê li dijî mirovahiyê dikin û got, "Tenê ne Tirkiye ji vî sûcî berpirs e, hêzên komploya navneteweyî û hêzên ku Rêber Apo xistine Îmraliyê jî hevkarên vî sûcî ne. Yên li ber vê ranabin û tênakoşin jî hevparê vî sûcî ne." Kalkan anî ziman, ku divê parêzerên Ocalan jî têkoşîna pêwîst bi xurtî bimeşînin.

Kalkan da zanîn, li Tirkiyeyê dîktatoriya faşîst heye, li dijî faşîzmê divê valahî neyê dayin û ragihand, alternatîfa yekane ya sîstema heyî, xeta HDP'ê ye.

Kalkan got, çalakiyên berxwedanê yên HDP'ê girîng in û wiha dewam kir: "HDP'ê dît ku dayina valahiyan, helwesta parçeyî zerarê dide berxwedana antî-faşîst. Berxwedana li Amedê ya ji bo dagirtina wê valahiyê, pêşîgirtina li qutbûnê, gelekî girîng e. Em bi vî rengî dibînin."

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK'ê Dûran Kalkan di News Channalê de tevlî bernameya ‘Ulkeden’ bû û bersiv da pirsên Dervîş Eren. Kalkan li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser rageşiya di navbera Tirkiye û Elmanyayê de, li ser xebatên yekîtiya neteweyî yên KNK'ê, rojeva referandûma ya PDK'ê, polîtîkayên bi destê CHP'ê têne kirin û mijarên dî yên di rojevê sekinî û daxuyaniyên girîng da.  Hin beşên ji nirxandinên Kalkan wiha ne;

TECRÎDA LI RAMANA AZAD

"Rewşa ku şerê cîhanê yê sêyan yê Rojhilata  Navîn, rewşa nû ya Sûriyeyê û Kurdistanê nirxandinên nû hewce dikin, pêdivî bi rêlibervekirinên polîtîk ên nû hene. Mirovên ku bikaribin vê bikin, binirxînin, ya dîrokî û rojanê bigihînin hev û encamên têrkar derxînin kêm in. A ku vê bi rengekî berbiçav û li ser hîmê rasteqiniyê dike Rêber Apo ye. Ji bo ku çav û guhê her kesî li ser Îmraliyê ye, meraq dikin bê ka Rêber Apo wê rewşê çawa binirxîne. A rast her kes ji nirxandinên Rêbertiya me sûd werdigirt. Di rewşa berdest a tecrîdê de ji bo ku ti derfeta ku Rêber Apo ramanên xwe veguhezîna nîn e, her kes ji vê bêpar maye.

Ji hêlekê ve li ser Rêber Apo tecrîdê datînin, li Îmraliyê ku pergala zext, êşkenceyê lê serwer e Rêber Apo digirin. Di şexsê Rêber Apo de li ser gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn tecrît, zext û zordarî tê kirin. Faşîzma berdest a AKP-MHP'ê li ser hemû mirovahiyê tecrîdê sazkar dike. Ev tecrîd ne ku tenê ev 6 sal in an jî du sal û nîv in hene, ji roja ku Rêbertiya me kirine Îmraliyê ev tecrîd heye. Pergala Îmraliyê bi xwe ji bo mirovahiyê rûreşî, deqeke tarî ye. A ku ev kirî ew pergal e rejîma zextê ye ku Kurdistan dabeş kir, civaka Kurd tune hesiband û ji bo ku tune bike her tiştî dike.

Li ser Rêber Apo tecrîd û zexteke giran heye. Ên ku vê dikin ew in ku naxwazin Kurdistan azad û demokratîk bibe, li ser hîmê azadiya Kurdistanê naxwazin Rojhilata Navîn demokratîk bibe. Li dij in ku gelên Rojhilata Navîn di nav pergaleke azad, demokratîk de bi xwîşk û biratî bijîn. Ji bo vê jî ev li dijî gelan tê kirin. Di nav vê çarçoveyê de hemû mirovahî ji ramanên Rêber Apo bêpar tê hiştin. Sedema ku nahêlin ramanên wî werin veguhaztin ev e.

Di nav mafê mirovan de ya sereke derbirîna ramanê ya bi rengekî azad e. Di rewşa zexta psîkolojîk û fizîkî de ya li ser Rêber Apo armanca sereke ew e naxwazin ramanên xwe vebêje û hewl didin ku ramana wî asteng bikin. Ya dî heke vê li pey xwe dihêle asteng dikin ku di nav pergala tecrîda berdest de vê pêk bîne.

SÛCÊ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN

'Konsepta faşîst-qirker a ku li ser Rêber Apo datînin sûcê mirovahiyê ye. Rêveberên Tirkiyeyê, pergala TC'ê bi rengekî vekirî sûcê mirovahiyê dikin. Tenê ne Tirkiye ji vî sûcî berpirs in, hêzên komploya navdewletî û hêzên ku Rêber Apo li Îmraliyê danîn jî hevkarê vî sûcî ne. Ên ku li dij vê dernakevin, tênakoşin jî hevkarê vî sûcî ne. Ên ku di dema bihurî de xizmet ji vê re kirin û niha dibêjin, ‘em vê rast nabînin' naxwe divê têbikoşin. Heke têkoşîneke wiha çêbibe, faşîzma Tayyîp Erdogan nikare li nav çavê dinyayê binihêre û zexteke wiha bidomîne.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve 6 sal çûne. Rêbertî bi parêzeran re di hevdîtinê jî nikare bike. Ev bi kîjan hiqûqê dikare were vegotin? Weke pergala zindanê ya serdema berê, ên ku dikeve zindanê êdî nema dizane bê ka çi dibe. A ku tê kirin ev e, veguherandina pergaleke wiha. Ên ku vî sûcî dikin jî divê bizanibin ku ev li cem wan namîne. Demîrel digot, "rojekê dinya wê li me û we bizîvire'. Di dîrokê de çawa ku ji dîktatoriyên faşîst hesab hatibe xwestin divê were zanîn ku rojekê wê ji dîktatoriya Tayyip Erdogan û Bahçelî jî hesab were xwestin.

DIVÊ NEBIN HEVKARÊ SÛC

Divê dev ji hevkariya sûc biqerin. Li Îmraliyê bi Rêber Apo re hinan hev dît. Yekîtiya Ewropayê daxuyanî neda û bi baldarî li ser vê ranewestiya. Her çendî weke ku li dij radiwestin xuya bikin jî, ji tecrîdê bi kêmanî bi qasî TC'ê Konseya Ewropayê, CPT ya girêdayî Konseya Ewropa jî berpirs e. Pergala rehîngirtinê ya Îmraliyê ne pergaleke wiha ye ku tenê di bin kontrola TC'ê de ye. Hêleke wê ya navdewletî heye. Ji bo vê jî her kes ji vê berpirs e. Heke hin kes dibêjin em alîgirê mafê mirovan in, alîgirê demokrasiyê û azadiyan in, divê ew jî têbikoşin.

DIVÊ PARÊZER QIYAMETÊ RAKIN

Hewldanên parêzerên Rêber Apo pir girîng e. Heke bi rastî jî xwe di ber parêzeriyê re kiribin û ji Rêber Apo re dibêjin ‘miwekîlê me' , naxwe divê qiyametê rakin. Ji hêla mirovî ve û hiqûqî ve barê ku dikeve ser wan divê bi cih bînin. Li ser vê zemînê daxuyanî dan, divê zêdetir jî bikin. A girîng têkoşîn e. Ji bo ku Rêber Apo bikaribe di nav şertên azad de bijî û bixebite çalakiyên demokratîk li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt pêk tên, ev girîng e. Li Rojava, Mexmûr, li çar hêlên Ewropayê, li Bakur, Başûr û Rojava ev çalakî pêk tên. Hemû Kurd, dostên Kurdan, hêzên demokratîk di mijara Rêber Apo de bihistyar in. Ji bo vê jî her roj li gelek deveran bi deh hezaran mirov mîtîng, çalakiyan dikin, faşîzmê şermezar dikin û ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin. Ev têkoşîn divê zêdetir were geşkirin.

Di serî de ciwan, jin, li çar parçeyan û li derveyî welat gelê Kurd ji bo arîşeyên azadî, tendirûstî, ewlehiya Rêber Apo divê zêdetir bihîstyar bin, derkevin meydanan û çalakiyên geştir bikin. Ev ji bo hebûn û azadiya Kurdan girîng e.

NÊZÎKATIYA LI ÎMRALİYÊ PÎVANA DEMOKRATBÛNÊ YE

Çi kesê ku dibêje ez alîgirê azadî û demokrasiyê me divê mirov vê pirsê jê bike: Li ser pergala Îmraliyê çi dibêjî? Ev kaxiza turnûsolê ye. Pîvana ku nîşan dide bê ka kî alîgirê azadiyê, kî alîgirê faşîzmê ye, kî demokrat û kî dîktator e nêzîkatiya li Îmraliyê ye. Tu alîgir î ku vîna azad gelê Kurd û hemû mirovahiyê û gelan li Îmraliyê bi rehînî were girtin an na? Heke tu alîgirê vê be tu alîgirê dîktatoriyê yî û beleheq ne hewce ye ku biaxivî. Heke demokrat bî, azadîxwaze bî tu yê li dij vê derkevî û têbikoşî. Li Tirkiyeyê jî û li dinyayê jî wiha ye. Ji bilî vê divê mirov bi gotinê derewîn yên ku tevlîheviyê dikin bawer neke, gelê Kurd jî û Tevgera Azadiyê jî divê pîvanan baş bibîne. Kî dost e, kî dijmin e, kî demokrat û kî dîktator û faşîst e bi vê baş dikare fêhm bike.

24'Ê TÎRMEHÊ KONSEPTA ŞER

Konsepta şer a 24'ê Tîrmehê bi carekê re dernekete holê, ji ezmên bi carekê re nehate xwarê. Pêvajoyê ne 24'ê Tîrmehê Newroza 2015'an dest pê kir. Piştî hevdîtina Dolmabahçeyê, piştî ku Newrozê daxuyanî hatin dayin Tayîn Erdogan hema piştî Newrozê her tişt red kir. Pêvajoyeke ku li dijî Kurdan û Tevgera me ya Azadiyê êrîş kirin rojev da destpêkirin. Ya ku bû sedem ku di Newrozê de ev dest pê bike jî biryara 30'ê Cotmeha 2014'an a Desteya Elewiya Millî bû (MGK). Ji serhildanên ciwanên Kurd û gelê Kurd ê bi mebesta desteka li berxwedana Kobanê tirsiyan, ji bo ku vê biçewisînin biryara teroreke faşîst hate standin. Di bin êrîşa 15'ê Îlona 2014'an de ya bi ser Kobanê de jî, êrîşên qirqer ên DAIŞ'ê ya faşîst hebûn ku 3'yê Tebaxê êrîş bi ser Şengalê de bir, piştre bi ser Kerkûkê û Mexmûrê de.

DI 3'Ê TEBAXÊ DE XWESTIN KU KURDAYATIYA QEDÎM TINE BIKIN

Di ser êrîşa faşîst a 3'yê Tebaxê re 3 sal çûn. Heke li Şengalê Kurdayetiya Êzîdî bihata qirkirin êdî ne azadî, wê hebûna Kurdan, rûmet û nav tiştek nemana. Piştî ku Kurdayetiya qedîm, li Şengalê hate qirkirin, li ku derê dikarî behsa kîjan Kurdîtiyê, rûmetê, hebûnê û azadiyê bikî, rewş wiha bû. Armanca êrîşa qirqer a bi ser Şengalê de bi teqezî ev bû. Piştî ku ev hate şikandin hêzên ku li dijî Kurdan êrîşên qirkeriya faşîst pêk dianîn, vê carê jî êrîş bi ser Kobanê de, bi ser Şoreşa Rojava de anîn. Piştî ku ev êrîş jî bi berxwedanê hate şikandin, hem li Başûr û hem li Rojava êrîşên qirqeriya faşîst hatin şikandin. Wê demê qonaxa sêyan êrîşa qirqeriya faşîst a 24'ê Tîrmehê ya bi ser Bakur de bû.

Hem di şikandina êrîşa bi ser Şengalê ya 3'yê Tebaxê de, hem di şikandina êrîşa qirkeriya faşîst a bi ser Kobanê de, ya piştî 15'ê Îlonê de û hem jî di azadkirina Kobanê de di van hemû berxwedanan de gelê Bakur, Tevgera Azadiyê ya ku li Bakur pêş ketiye bi risteke mezin rabû. Bi berxwedaniya Bakur êrîşên faşîst ên DAIŞ'ê û hêzên paşmêrên wan hatin şikandin. Hêzên ku Kurdistan parçe kirin, bi tinehesibandina Kurdan dixwazin Kurdan tine bikin dîtin heke li Bakur polîtîkaya qirkirinê nedin ber xwe, Tevgera Azadiyê ya ku polîtîkaya qirkirinê pûç dike neyê tinekirin ne pêkan e ku li Rojava û Başûr bi ser bikevin. Êrîşa 24'ê Tîrmehê wiha hate rojevê. Tayyîp Erdogan li ser vê rewşê hema piştî Newroza 2015'an li Bakur ev êrîş da destpêkirin.

GEŞEDANÊN PIŞTÎ 24'Ê TÎRMEHÊ

Tayyîp Erdogan piştî têkçûna hilbijartina 7'ê Hezîranê, bi vê hêrsê li dijî yên ku li Îmraliyê hevdîtin kirin û li Dolmabahçeyê daxuyanî dayî hêrsa wî rabû. Ji hêlekê ve ew tecrîd kirin û ji hêla dî ve jî bi DYA û MHP'ê re li hev kir. Êrîşa faşîst a qirker a 24'ê Tîrmehê wiha derkete holê. Piştre bi darbeya hilbijartinê ya 1'ê Mijdarê dîsa rêveberî bi dest xist.  Hikûmeta Ahmet Davutoglû hatî ser kar. Daxuyaniyên Ahmet Davutoglû tên zanîn. Di serî de yê ku gotî, "em ê PKK'ê tine bikin, wiha bikin' Davutoglû bû. Tişta ku niha Suleyman Soylû dibêje Ahmet Davutoglû û mirovên ku pê re di nav hikûmetê de bûn gelek caran gotin.

PÊVAJOYA DARBEYA DI NAV DARBEYÊ DE

Rêber Apo ev hemû geşedan dîtin û behsa ‘mekanîka darbeyê kir'. Got, "Heke demokratîkbûn nebe, ev arîşe çareser nebin êdî weke berê ne serê 10 salan darbe, mekanîka darbeyê wê sazkar be û siyaseta darbeyê êdî wê bimeşe." Ji bo vê jî piştî 24'ê Tîrmehê tim darbeya di nav darbeyê de ye. 1'ê Mijdarê darbeyek çêbû. Piştre Ahmet Davutoglû anîn xwarê. Ev darbeya hikûmetê bû. Di nav AKP'ê de jî darbe dibin. Ne ku tenê li derveyî wê. 15'ê Tîrmehê hewldana darbeya leşkerî bû. 20'ê Tîrmehê darbeya Rewşa Awarte a faşîst, a sivîl çêbû. Ji wê demê û vir ve siyaset tim bi darbeyan hat. Tê gotin herî dawî li Meclîsê rêziknameya navxweyî hate guhartin. Tê gotin bi vê gelek peyv hatine qedexekirin. Ev jî weke darbeyekê ye. Li Tirkiyeyê siyaset êdî bi darbeyan dimeşe. Bi van darbeyan dixwazin sîstema faşîzma qirker dîsa biedilînin, dixwaze pergala ku darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê restore bikin,  hêlên wê yên ku ji hêla têkoşîna azadî û demokrasiyê ve hatine hilweşandin bicebirînin û dîktatoriyeke faşîst a hişktir ava bikin. Lê li dijî vê berxwedaneke mezin çêbû.

HINAN 24'Ê TÎRMEHÊ DERENG FÊHM KIRIN

Dema ku êrîşa faşîzma qirker a 24'ê Tîrmehê dest pê kirî me hin raman dîtin. Ji bo ku haya me ji biryara 30'ê Cotmeha 2014'an a MGK'ê hebû û ji bo ku em serwextî nirxandinên ronîkir ên Rêber Apo bûn û ji bo ku hinekî me pergala TC'ê jî nas dikir, bê dudiliyekê me got ev êrîşeke qirker a bi plan e û li dijî vê jî divê berxwedeneke giştî were nîşandan. Ji ber ku heke 7'ê Hezîranê AKP di hilbijartinê de bi ser biketa Tayyîp Erdogan wê êrîşa ku 24'ê Tîrmehê dayî destpêkirin 8'ê Hezîranê bidaya destpêkirin. Ji bo ku bi ser neket, encex di mehek û nîvê de xwe bi ser hev de anî, piştî ku tifaqên hewce danî êrîş anî.

Dema ku wiha bû hin şaş man. Gotin, ‘ev şer ji ku derket?', ‘Ka hinekî rawestin em ê çareser bikin'. Hinan ji me re behsa lihevkirin, radestbûnê kirin. Lê ji ber ku me tevgerê rastiyên heyî dizanîbû, bê dudiliyekê me got li dijî vê êrîşa faşîst a giştî tekane tişta ku were kirin berxwedana şoreşgerî ya demokratîk a giştî ye û em hatin rewşeke wiha ya berxwedanê. Li vir êdî kêmbûn û pirbûna derfetan, nehazirî ne mijarên nirxandinê bûn. Li ber dest çiyê te heba te yê li ber xwe bida. Rastî wiha bû û rastiya ku em anîne îro û ev ro ronî kirî ev bû. Îro li gel ku 2 sal di ser re derbas bûbin jî, heke êrîşkariya qirkeriya faşîst a 24'ê Tîrmehê serwer nebûbe, heke faşîzma AKP-MHP di dema xwe ya herî qels de be, rêveberiya Erdogan li hundir û derve tecrîd bûbe, her kêlî tirsa hilweşînê dijî, ev bi Berxwedana Demokratîk a Azadîxwaz a van du salan e ku li dijî êrîşkariya faşîst a AKP-MHP'ê hatiye nîşandan.

BI BERXWEDANÊ HÊVIYA ME HEYE

Bi van berxwedanan, bi afirînerê van berxwedanan îro hem hene, hêviyên me yên demokrasî, azadiyê hene. Em weke civakeke demokratîk hene, li paşerojê dikarin binihêrin. Hêvî, vîn, xeyalên me yên azadiyê û jiyanê hene. Hêzên ku li dijî faşîzmê di nav du salan de bi lehengî li ber xwe dane ev ava kirin. Şehîdan ev ava kirin. Ên ku ev raman derxistin holê ev ava kirin. Hêzên ku di zivistanê de bi şev û roj van du salan şer kirin ev ava kirin. Gerîla ev ava kirin, ciwanan, tevgera jinan, gelê Kurd ava kir.

Van geşedanan, têkoşîna ku tê jiyîn her ku ev rastî derxistin holê her kesî ev rewş dît. Helwesta xwe guherî û tevlê bû. Qada siyaseta demokratîk dem deman nekarî pêvajoyê binirxîne. Dereng ma ku pêvajoya piştî 7'ê Hezîranê fêhm bike. Dereng ma ku pêvajoya 1'ê Mijdarê fêhm bike. Piştre dît ku pêvajo cuda ye, rastî cuda ne. Hin jê ketin şaşitiyeke wiha wek ku êrîşeke faşîst nebe, lê ji ber ku berxwedan heye êrîş hene. Dema ku hate dîtin ne wiha ye, dema ku ‘Plana Çalakiyê ya Çokşikandinê' derkete holê û gavên wê yên pratîk diyar bûn,her kesî rastî dît û berxwedana giştî çêbû.

ALTERNATÎFA DÎKTATORIYA FAŞÎST HDP-HDK YE

Di qada siyaseta demokratîk de, di nav qada hêzên demokratîk ên Tirkiyê de berxwedanek li dijî faşîzmê pêş ket. HDP, HDK kete pozîsyoneke diyar a berxwedanê. TŞYG (Tevgera Şoreşger a Yekîtiya Gelan) di vê pêvajoyê de çêbû û li dijî faşîzmê bû xwedî helwesteke zelal. Qels xurt li hêlekê helwestek diyar kir. Li dijî faşîzmê xeta jiyan û têkoşînê diyar kir. Helwesteke alternatîf diyar kir. Di rewşa berdest de,di vê pêvjaoyê de li hêlêke dîktatoriya faşîst heye ku bi tifaqa AKP-MHP'ê berbiçav bûye û li hêla dî jî siyaseta demokratîk heye ku encamên siyasetî yên têkoşîna hemû hêzên demokratîk, şoreşger di xwe de berbiçav dike. Bi rengê rêxistiniya van HDP-HDK derketin pêş. Alternatîfa dîktatoriya faşîst bû HDP-HDK . Hêzên di navberê de man heliyan. Vebijêrkeke dî nema.

Li vir CHP ya bi rêveberiya Kemal Kiliçdaroglû, ku xwedêgiravî benda sereke ye, kete rewşeke wiha ku di têkoşîna demokrasiyê de ne xwedî cihekî ye. Li hêla dî qada siyaseta demokratîk a bi pêşengiya HDP'ê ku dibû alternatîfa dîktatoriya faşîst derkete pêş. Rêveberên pergala faşîst dîtin ku faşîzm li ber çûnê ye û dema ku çû wê demokrasî were. Wê demê jî bi faşîzmeke sîqalkirî Kemal Kiliçdaroglû derxistin pêş. Axaftina Kemal Kiliçdaroglû ya li mîtînga Stenbolê pir watedar bû. Ya ku ji dilê wî hatî vegot: "Em ji nû ve vedijin". Ango yê ku ji nû vedije berê mirî bû! Bêyî ku mirov bimire vejîn dibe? Na. Heke tu nebî ji nû dibî. Heke tu bimirî vedijî.

CHP BENDÊ PARÇE DIKE

Çima Faşîzma Erdogan li kuçeyan nahêle du mirov werin cem hev lê li dijî ew qas meşa Kiliçdaroglû deng nekir. Ên ku hemûyan bi rê ve dibin hevkar in. Berê li Tirkiyeyê behsa dewleta kûr dikirin. Dema ku ji Demîrel dipirsîn bê ka dewleta kûr kî ye, digot, "Ma tu nabînî, artêş li holê ye”. Dewleta wî ya kûr artêş bû. Îro hê jî li Tirkiyeyê hêzek Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Ew hêz kirasekî li her kesî difesilîne. Kiras li Erdogan, Bahçelî, Tûgrûl Turkeş û li Kiliçdaroglû difesilîne. Rolê hemûyan hatiye diyarkirin û wan didin meşandin. Ji bo vê jî nakokiyên wan di bin de lihevkirî ne. Ew şer şerekî qelp e. CHP ji bo ku muxalîfên rast asteng bike didine pêş. Ji bo vê jî Kiliçdaroglu ji nû ve biriqandin û dane pêş.

Ev CHP’a li dijî faşîzmê li kû bû? Dema rakirina destlênedanê helwesta xwe çi bû? Dema ku darbeya Rewşa Awarte a 20'ê Tîrmehê çêbûyî bi çi helwestê bû? Kî li Yenîkapiyê bû? Were van hemû tiştan bike û piştre bibêje, ‘Ez li dijî AKP'ê me!' A rast dixwazin ên ku li dij derdikevin jî parçe bikin. Em naxwazin wiha bibe, bila şaş neyê fêhmkirin. Lê van tiştên ku dibin em hemûyî dibînin. Li gel ev qas dek û dolaban jî 16'ê Nîsanê 50 ji 100'î ‘NA' derket. Em vî 50 ji 100'î, eniya demokrasiyê bikin yek. Ez bang li hemû CHP'yiyan dikim, kerem bikin, bila werin. Em 50'î ji 100'î di eniya demokrasiyê de bikin yek. Heke dibine asteng bila rêveberiyên xwe ji astengbûnê derxin. Lê dibine asteng, parçe dikin. Em baldar bin, polîtîkaya berdest a rêveberiya CHP'ê ev e;  dema ku tengezar bû ji faşîzma Erdogan re bibe palpişt, dema ku tengezar nebû jî weke ku li dij derdikeve xwe nîşan bide, xwedêgiravî bibe alternatîf û hêzên demokrasiyê parçe bike, ango alternatîfa demokratîk ji holê rake.

DIVÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ VALAHÎ NEYÊ HIŞTIN

Kiliçdaroglû çawa ji navê derket? Ji valahiyê derket. Divê mirov vala nehêle. Li dijî faşîzmê berxwedan giştî ye, domdar e. Dibêjin, ‘bêdeng nemîne wê dor were ser te'. Ango kî bêdeng bimîne wê dor here ser wan, mirov nikare bêdeng bimîne û raweste. Yekîtî û berxwedan esas e. Di berxwedaniyê de domdarî şert e. Tê gotin, di siyasetê de valahî nayê qebûlkirin. Berxwedana dijî faşîzmê jî valahiyê qebûl nake. Taktîkên şerê taybet ên wiha çawa didin pêş? Dema ku valahî hebe. Ji bo vê divê mirov vala nehêle. Êrîş çi jî be hêza berxwedanê wê mezin be. Kêm be qels be ew ne girîng e. A girîng berxwedaniya domdar e.

Rewşa berdest a HDP'ê ji vê hêlê ve girîng e. Em helwesta wan a dawî weke rexnedayîna beriya rewşa niha dibînin. Valahiyê ji holê radike. Ev qas berxwedan hene. Gerîla şer dike, rêxistinên ciwan û jinan şer dikin. Hemû kedkar û zindan li ber xwe didin. Li dijî faşîzmê berxwedana giştî heye. Ev hemû berxwedan helbet wê encamên xwe di siyaseta demokratîk de bikin yek. Valahî wê nemîne, wê baş were temsîlkirin. HDP wê bikaribe bibe xwedî û berdevkê wê. Heke ne wiha be, vala bihêlî, qutbûn çêbibe, şerê taybet ê faşîst, kilîkên cuda wê derkevin holê. Wê hewl bidin ku encamê biguherînin.

NOBEDÊN BERXWEDANÊ GIRÎNG IN

Çalakiyên berxwedanê yên HDP'ê girîng in. HDP'ê dît ku hiştina valahiyê, helwesta parçebûyî zerarê dide berxwedana antî-faşîst. Berxwedana li Amedê ji bo dagirkirina wê valakiyê û pêşîgirtina li wê qutbûnê, gelekî watedar e. Em bi vî rengî dibînin û dinirxînin. Daxwazên wan, hêza wan, filan tişt, bêvan tişt ne girîng e. Ya girîng ew e, ku berxwedana herdemî ya antî-faşîst hebe. Di rewşa heyî de ev berxwedan dewam dike. Lewma nobedên berxwedanê gaveke girîng û watedar e. Pêwîste herdemî be. Di vir de hin xusûs girîng in. Yek; herdemîbûna berxwedanê girîng e. Du; girîng e hevgirtî be. Sê; armanca berxwedanê girîng e.

Em li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Çawa ku em dibêjin berxwedana topyekûn e, divê rêbaza berxwedanê û hêzên berxwedanê jî hevgirtî bin û armancên wan hevgirtî bin. Em çima li dijî faşîzmê li ber xwe didin? Ji bo demokrasiyê li ber xwe didin. Wê çaxê bernameyeke demokrasiyê divê. Li ser bingeha pîvanên demokratîk, pêwîst e hêzên antî-faşîst hêza xwe bikin yek. Girîng eniyeke antîfaşîst, eniyeke demokrasiyê ya jî blokeke demokrasiyê derkeve holê. Lazim e armancên demokratîk ên berxwedanê bên destnîşankirin. Di vir de divê li dijî faşîzmê berjewendiyên her kesî bên temsîlkirin û bang li her kesî were kirin. Her kesên antî-faşîst ên alîgirê demokrasiyê, divê xwe di nava wê blokê û armancên wê de bibînin û tevlî berxwedanê bibin. Berxwedan bi vî awayî mezin dibe û bi rengekî hevgirtî bi ser dikeve.

Lê belê gotinên; edalet, wijdan û yên mîna wan, bi tena serê xwe têrê nakin. Gotina edaletê, mîna ku tenê çend neheqî hene û divê ew werin sererastkirin, tê dîtin. Gelo ev êrîşên faşîst ên bi tifaqa Erdogan-Bahçelî tên kirin, tenê mijare hin neheqiyan e? Qirkirin li ser Kurdan tê ferzkirin. Bi rengekî nehatiye dîtin zext û terorek li ser her kesên li Tirkiyeyê tê ferzkirin. Di rewşeke bi vî rengî de pêwîst e armanc jî vekirî û zelal bin. Divê berxwedan ji bo hilweşandina faşîzmê û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê be. Lazim e alternatîfa demokratîk deynin pêşiya faşîzmê. Divê armancên demokratîk bigihînin civakê û bi vê armancê bang li mirovan were kirin ku tevlî nava refên têkoşînê bibin.

PÊWÎSTÎ BI BERNAMEYA DEMOKRASIYÊ HEYE

Girîng e xala destpêkê ya bernameya demokrasiyê, nêrîna li ser hebûna Kurdan û mafên demokratîk û be. Pîvan ev e. Hebûn û azadiya Kurdan tê qebûlkirin yan nayê qebûlkirin? Tu bi xapandina xwe, bi negotina rastiyê ji mirovan re, ne dikarî li ber faşîzmê rabe, ne jî mirovan îqna bike û tevlî têkoşînê bike. Wê demê divê mirov rasteqîn bin û rastiyan destnîşan bikin.

Di vir de jî ya girîng bernameyeke demokrasiyê ye. Şertê destpêkê yê Tirkiyeya demokratîk, qebûlkirina çareserî û hebûna Kurdan e. Heta ku hebûn û azadiya gelê Kurd neyê qebûlkirin, mirov nikare bibe demokrat. Îmrali îradeya vê ye. Tu di nava têkoşîna rizgarkirina Rêber Apo û jiyaneke bi tenduristî, azad, demokratîk, ewlekarî, azad û hebûnê de heye yan na? Di mijara hebûn û azadiya gelê Kurd de çi dibêje? Ya ku demokrasiyê bîne Tirkiyeyê ev e. Hemû zext, qedexe û teror ji ber vê ye. Wê çaxê divê demokrasî û hebûn û azadiya gelê Kurd bê qebûlkirin.

CHP TÊKILDARÎ HEBÛNA KURDAN ÇI DIBÊJE?

Di vî warî de helwesta HDP'ê girîng e. Gotin 'em ê heta dawiyê biçin'. Belê, divê ev bê gotin. Divê vê yekê bibin cem civaka Tirkiyeyê. Divê bibe cem CHP'ê jî. Pêwîst e ev yek ji Kemal Kiliçdaroglû were pirsîn. Derbarê hebûn û azadiya Kurdan de çi dibêje? Kemal Kiliçdaroglû heta niha tiştekî ji ya AKP'ê cudatir negot. Yanî tiştekî ji yên Tayyîp Erdogan wêdetir nabêje. Welê tevdigere mîna ku li Kurdistanê şerek, têkoşîn nîn e. Mîna ku tenê têkoşînek di navbera AKP û CHP'ê de heye. A rast ev têkoşîneke ne rasteqîn e. Têkoşîna esasî, ji 12'ê Îlonê û vir ve li Kurdistanê tê dayîn.

CHP dibêje 'ez li dijî terorê me'. Kîjan teror? Li Dersimê li dijî PKK'ê çalakî kiriye. Yê ku gotinekê li dijî AKP'ê nabêje, diçe Yenîkapiyê, di 20'ê Tîrmehê de deng dide Rewşa Awarte, bêguman wê li ber PKK'ê rabe, wê li dijî wê çalakiyê li dar bixe. CHP bi vê xetê nikare demokratîk bibe. Ya ku di siyaseta Tirkiyeyê de diyarker e, AKP û MHP nîn e. Ya ku îro li ser piyan digire û di çareseriyê de diyarker e, polîtîkaya CHP'ê ye. Eger rêveberiya CHP'ê îro rabe bêje 'Gelê Kurd heye, em mafên wan ên demokratîk nas dikin, me berê neheqî lê kir' wê yekser li Tirkiyeyê bi desthilatdar, şer bisekine û hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê wê di cih de çareser bibin. Lê belê rêveberiya heyî nikare vê bêje. Ez ji vê derê dipirsim; di mijara doza Kurd de ku pîvana sereke ya demokrasiyê ye, CHP çi dibêje?

TIRKIYE YA BI LOZANÊ AVA BÛ, NEKARÎ DEMOKRATÎK BIBE

Di dema derketina ji nava şerê cîhanê yê yekemîn de hê hin şer hebû ku diqewimî. Beşek ji planên hêzên ev şer dimeşandin, ji hev hate xistin. Damezirandina heyî ya Tirkiyeyê bi Lozanê bû. Em vê bibînin, lê belê ji aliyê Kurdan ve peymaneke înkar û îmhayê hebû. Beriya Lozanê, di peymana Kahîreyê de li ser înkar û îmhayê li hev kirin. Piştre ev yek bi Peymana Enqereyê ya 1926'an a navbera Tirkiye-Enqereyê dewam kir.

Tirkiye ya bi Lozanê ava bû, nekarî demokratîk bibe. Darbe hatin kirin û ev dîktatoriya faşîst a niha bûye bela li serê tevahiya cîhanê derkete holê. Komara Tirkiyeyê veguherî faşîzma netewe-dewletê, nekarî demokratîk bibe. Çima? Di bingeha vê de înkar û tinekirina Kurdan heye. Qebûlnekirina azadî û hebûna gelê Kurd heye. Yên ku dixwazin vê komarê demokratîk bikin û Lozanê watedar bikin, neçar in hebûna gelê Kurd qebûl bikin. Lozan bi vî rengî dikare bibe xwedî wate. Naxwe, wê bibe bingeha afirandina dîktatoriyeke bi vî rengî ya faşîst. Di rewşeke berevajî de Kurdistan dibe cihekî qirkirin lê tê kirin, Tirkiye jî vediguhere cihekî ku dîktatoriya faşîst lê tê meşandin. Lewma hebûna Kurdan û Kurdistana demokratîk û azad, hîmê bingehîn ê Tirkiyeya demokratîk e.

DI TÊKILIYÊN NAVBERA DEWLETAN DE PÎVAN, HELWESTA LI DIJÎ DAIŞ'Ê YE

Ji bo bê fêhmkirin bê kî kî ye, divê li sekna wan a li dijî DAIŞ'ê were temaşekirin. Helwesta li dijî DAIŞ'ê, ji bo fêhmkirina kî kî ye, pîvan e. Ya rast, di serdema heyî de du pîvan hene. Ya yekemîn; helwesta li dijî DAIŞ'ê ye. Ji bo mirov fêhm bikin bê siyaseta dewletan, siyaseta partiyan çi ye, divê mirov li vir binerin. Ya duyemîn jî; helwesta wan a li hemberî meseleya Kurd û Kurdistanê ye. Bi van her du pîvanan, tê fêhmkirin bê kî kî ye. Ya ji vê û pê ve, şerê wan ê berjewendiyan e, ku di nava xwe de dikin.

Tirkiye bi Îsraîlê, bi Elmanyayê, bi Amerîkayê, bi Rûsyayê re ne li hev e. Rewşa ku rêveberiya Tayyîp Erdogan li cîhanê ketiye navê, li ti hikumeta komarê neketiye navê. Ya rast, Osmanî jî neket vê rewşê. Ewqasî ji cîhanê û ji herêmê tecrîd nebûbûn. Rewşa ku niha rêveberiya Tayyîp Erdogan li herêmê û li qada global ketiye navê, ji aliyê siyasî ve tecrîd e. Ji ber ku êrîşeke qirker a faşîst dike. Li nava çavên her kesî dinihêre û sûcê li dijî mirovahiyê dike. Ji her kesî re dibêje 'tevlî sûc bibe, bibe şirîk'. Gefê dixwe, hewl dide tawîzan bigire.

ÎSRAÎL DIXWAZE ÇI BIKE?

Dewlet di navbera xwe de têkoşîneke li ser berjewendiyan dimeşînin. Nêzîkatiya gelek derdoran ji van qewimînan re hê di asta berjewendiyan de ye. Di vê nuqteyê de em dixwazin polîtîkayên Îsraîlê fêhm bikin. Yanî, Îsraîl dixwaze li Rojhilata Navîn çi bike? Ev pirseke girîng e û divê her kes nîqaş bike. Ya duyemîn; sekn û helwesta Ewropayê li hemberî êrîşên qirker ên faşîzma Erdogan ên li Kurdistanê çi ye? Divê zelal be. Mînak; li hemberî hin hêzên ku sûcên bi vî rengî yên li dijî mirovahiyê dikin helwesteke zelal nîşan didin. Lê belê li hemberî rêveberiya Erdogan bi heman rengî tevnegeriyan. Carna li ber radibin, carna jî têkiliyê pê re datînin. Ji vê sûdê werdigirin.

Ji aliyekî ve ewqas sûcê li dijî mirovahiyê heye. Civakek tê qirkirin. Li aliyê din jî hin hêz di ser vê yekê re şerê berjewendiyan dikin. Ya ku di polîtîkaya Ewropayê de tê dîtin, ev e. Ev polîtîkayeke rast nîn e. Lazim e ev polîtîka ji holê were rakirin. Helwesteke Elmanyayê, ya parlamenta Ewropayê heye. Lê belê têrê nake.

Li Tirkiyeyê îradeyek heye. Her pêşketin ji derve nabe. Lê belê qada derve di destnîşankirina siyaseta Tirkiyeyê de gelekî bi bandor e. Mînak, helwesta Ewropa û DYA girîng e. Îsraîl, Ereb; ev hemû hêzên bi bandor in. Nabêjim yekser Tirkiyeyê bi rê ve dibin. Pêwîstî bi vî rengî nîne, lê belê di birêvebirina raya giştî û destnîşankirina siyaseta Tiriyeyê de helwesta van hêzan gelekî diyarker e. Eger ev hevgirtî bin, bi rastî jî li ber faşîzma Erdogan rabin, wê Erdogan nikaribe destekê bigire. Wê nikaribe ewqasî êrîşkar be, nikaribe komkujiyan bike û quretiyê li derdorê bike.

HELWESTA EWROPAYÊ YA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ ZELAL NÎNE

Berê maseya Tirkiyeyê ya NATO'yê li Elmanyayê bû. Di dema darbeya 12'ê Îlonê de darbe di ser Elmanyayê bi rê ve birin. Hê jî bandoreke NATO'yê li ser rêveberiya Tirkiyeyê heye. Di dema nêz de jî Elmanyayê hewl da di mijara Încîrlîkê de bazarê bike. Lê belê helwesteke zelal raber nekirin. Sekna ku dike ku faşîzm hê xurt û êrîşa bibe, ev e. Xeterî ye ku di dema xwe de helwesteke têrker a demokratîk neyê nîşandan. Erdogan çawa kete vê rewşê, divê em vê bibînin. Ji çi sûd wergirt ku kete vê rewşê. Hê jî bi helwesta xwe ya heyî dikin ku Erdogan sûdê ji wan bigire.

Eger rewşa berê baş bê dîtin, ders jê bê derxistin û helwest bê nîşandan, ev rewş dikare bê guhertin. Lê belê xuya ye ku derseke têrker jê nehatiye derxistin. Rexnedayîn nîne. Eger faşîzma Erdogan hê jî di vê astê de êrîşkar û gefxwar tevdigere, ev yek ji ber van polîtîkayan e ku sûdê jê werdigire. Yên ku polîtîkayên bi vî rengî dimeşînin, zemînê didin êrîşkariya faşîst. Eger dibêjin 'em bi hin pîvan û qeydeyên demokratîk e girêdayî ne' hingî divê bi vê berpirsyariyê rabin. Bila van pîvanan li dijî rêveberiya AKP'ê bi cih bînin. Bila ji bo berxwedana gelê Kurd jî weke pîvan destnîşan bikin. Ji bo berxwedana gelê Ereb a li Rojhilata Navîn jî derxîne pêş. Berxwedana herî mezin ji aliyê Kurd û Ereban ve hate kirin. Bi rastî jî di hilweşandina faşîzma netewe dewletê û avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk a nû de, di vê berxwedanê de bi roleke mezin rabûn. Bûn bingeh. Eger Ewropa û hêzên din bi rastî jî demokrat bin, divê destekê bidin vê berxwedanê.

BI RÊYA KOMPLOYÊ PÊŞÎ LI YEKÎTIYA NETEWEYÎ HATE GIRTIN

Karê KNK'ê watedar e. Em tevger, ji destpêkê ve pê bawer in ku avabûna yekîtiya demokratîk û yekîtiya Kurdan, wê Kurdan û hemû gelan bi ser bixîne. Sala 1981'ê Rêber Apo destnîşan kir ku divê kongreya neteweyî li ser bingeha tevlîbûna her kesî pêk were. Hêzên din, YNK û PDK'ê xwestin vê yekê li hemberî hev bi kar bînin. Lê belê Rêber Apo diyar kir ku divê kongreya neteweyî weke amûreke îstîsmarê li hemberî hev neyê bikaranîn. Di dema damezrandina KNK'ê de herî zêde Rêber Apo piştgirî da vê hewldanê. Bi afirandina yekîtiya demokratîk a di kongreya neteweyî ya siyaseta Kurd de xwest meseleya Kurd bi rêya demokratîk û siyasî çareser bike. Bi rêya komploya navneteweyî pêşî li vê yekê hate girtin. KNK bi rengekî nîvco afirî. Niha ji bo wê temam bike, hewl dide.

Salên 2013 û 2014'an ji aliyê yekîtiya neteweyî ve di asteke girîng de kar hate kirin. Komîteya amadekar li hev civiya. Di vir de hewldanên Rêber Apo diyarker bûn. Ji ber ku polîtîkayên PDK'ê ev hewldan qels kir, KNK niha hewl dide ji nû ve geş bike. Bi rastî jî eger Kurd yekîtiya xwe ya demokratîk biafirînin, wê hem înkar û îmhayê ji holê rakin, hem siyaseta qirker a faşîst têk bibin û ji bo serxistina têkoşîna xwe ya azadiyê pêngava mezin bavêjin. Hem jî wê bi rastî bibin pêşengê Rojhilata Navîn a demokratîk. Derfet û firsendên vê hene. Em di pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Welatparêziya Kurd ji ber ku vê dibîne, ji bo yekîtiyê hewl dide.

PDK'Ê PÊŞÎ LI YEKÎTIYA NETEWEYÎ GIRT

Civîna 15-16'ê Tîrmehê ya li Silêmanî li ser vê bingehê bû. Em daxuyaniyên hatin dayin, peyamên hatin pêşkêşkirin girîng û watedar dibînin. Bang li PDK'ê jî kirin. PDK li derve nehiştin. Lê belê PDK'ê piştî sala 2014'an polîtîka guherand. Da pey dûvikê rêveberiya Erdogan. Yekîtiya li kongreya neteweyî ya Kurdistanê asteng kir. Di nava siyaseta Kurd de rê li ber rageşiyekê jî vekir. A rast afirandina yekîtiya demokratîk di kongreya neteweyî de, hemû partî û gelê Kurd bi ser dixist. Wê PDK jî bi ser bixista. Lê belê PDK'ê rêya şaş da ber xwe. Li şûna vê yekê, ket rewşeke ku parçe dike û bi AKP'ê re tifaq kir.

REFERANDÛMA PDK'Ê TENÊ PROPAGANDA YE

Yekîtiya siyaseta Kurd a li kongreya neteweyî wê hemû partiyên Kurd bi ser bixîne. Wê her kesên welatparêz di vir de bi ser bikevin. Eger yek rabe bêje 'ez di vir de bi ser nakevim' hingî divê mirov ji welatparêzî û demokratîkbûna wî bi guman bin. Niha PDK bi AKP'ê re tifaqê dike. Tevlî karê yekîtiya neteweyî nabe, asteng dike. Piştre radibe dibêje 'ez ê referandûmê bikim'. Qala avakirina dewleteke cuda li Başûrê Kurdistanê dike. Vê yekê jî bi gotinên serxwebûn û azadiyê tîne ziman. Ji wan nayê! Ev yek tenê propaganda ye.

Tevgera serxwebûn û azadiyê ya Kurdistanê PKK ye. Em vê yekê temsîl dikin. Serxwebûn bi du rewşan pêk tê; yekîtî û demokrasî. PDK xwe nêzî yekîtî û demokrasiyê nake. Wê çaxê qala kîjan serxwebûn û azadiyê dike? Gelo tenê ji bo Başûrê Kurdistanê? Jixwe temamiya Başûrê Kurdistanê jî nagire nava xwe. Li aliyê din, ji bo parçeyên din ên Kurdistanê çi difikire di vê referandûmê de? Wê doza Kurd li ku çareser bike? Çareseriyeke xwe ya di vê mijarê de nîne!

Serxwebûn û azadî kengî bi yekîtî û demokrasiyê re bû yek, hingî watedar dibe û pêk tê. Ji destpêkê ve me ev xet esas girt. Em niha ji bo hemû parçeyan, di nava yekparebûna Kurdistanê de vê dimeşînin. Em vê yekê di xeta konfederalîzma demokratîk a gelên Rojhilata Navîn de bi siyaseta biratiya gelan dikin yek. Rêber Apo analîzên vê yên teorîk kir. Projeya vê ya siyasî destnîşan kir. Di vî warî de em bang li her kesî dikin, ku di helwesteke serbixwe, azad, demokratîk û yekîtiyê de ku di kongreya neteweyî de şênber dibe, bibin yek."