Duran: Ji hevgirtina me û çapemeniya Kurd ditirsin

Nûçegihan Ragip Duran li ser cezayê, ji bo ku pişta Ozgur Gundemê girtibûn dane wan, got, ‘’ti nirxê wê tine û bêhikm e’.

Duran got li Tirkiyê der-hiqûqî nîn e, ji ber ku hiqûq tine û dixwazin nûçegihanên Tirk ji ber ku bi medyaya Kurd û hevpîşeyên xwe re hev digirin ceza bikin.

Dadgeha Cezayê Giran ê 13’an ê Stenbolê bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê’ kirine salek û 6 meh ceza dane 5 nûçegihanên tevlî kampanyaya Reveberiya Giştî ya Nobedar a Ozgur Gundemê bûne.

Nûçegihan-nivîskar li dijî biryara dadgehê helwest nîşan da û got, ‘’Ji bo min ti giringî, nirx û hikmê vê biryarê nîn e.’’

Duran ji ANF’ê re got, ‘’Dema ku ceza dane me, em dizanin ku piraniya me ne Kurd in. Ango ji ber ku nûçegihanên Tirk û medya û hevpîşeyên Kurd pişta hev digirin xwestin vê ceza bikin. Ti hikmê cezayê wan ji bo me nîn e.’’

Duran got ew tevlî danişîna dadgehan bibûya jî wê poşman nebûye û got, ‘’Jixwe me tiştekî xirab nekiribû, berovajî vê, me peywira xwe bi cih anîn. Çi bû peywira me? Ev demeke dirêj bû li ser rojnameya Ozgur Gundemê zext û zordarî hebûn, nûçegihanên wan dihatin kuştin, gelek hijmarên rojnameê hatin qedexekirin, belavkarê rojnameyê hatin kuştin, rêveberên wan hatin girtin, kuştin. Em nûçegihan mecbûr in ku di rewşên wiha de pişta hevpîşeyên xwe bigirin; ji ber çi em mecbûr in? Ji ber ku di vê çalakiya hevgirtinê de em tevahî 57 nûçegihan in.Heke me ev nekira ev ê bihata qebûlkirina zextan.’’

‘TI GIRÎNGÎ, NIRX Û HIKMÊ VÊ BIRYARÊ NÎN E’

Duran li ser biryara dadgehê jî got, ‘’Ti girîngî, nirx û hikmê vê biryarê ji bo me nîn e. Ez ê bi hevalên xwe yên din re nûçegihaniya xwe bidomînim. Jixwe berê jî, ji ber hevdîtineke min a bi Abdullah Ocalan re ez bi ‘propagandaya rêxistina terorê’ hatibûm darizandin û min ceza xwaribû.’’

‘JI BO KU HIQÛQ TINE DER-HIQÛQÎ JÎ NÎN E’

Duran bi berdewamî got, ‘’Li Tirkiyê hiqûq tine. Ez vê bi taybetî dibêjim; li Tirkiyê der-hiqûqî tine, ji ber ku hiqûq tine. Der-hiqûqî îlegalîte ye, lê hiqûq tine, ango bi ekstra legal tê gotin. Dema ku hiqûq tinebe rêgez jî tine. Dadgeh bi kêfî, ji heman sûcî ji bo mirovên di heman rewşê de cezayên cuda didin mirovan, divê tiştekî wiha nebe, ev jî nîşan dide ku rewşa tê de çendî kambax e.’’

‘NAXWAZIN EM Û MEDYA KURD HEV BIGIRIN’

Duran herî dawî got, ‘’Dema ku me ceza dikin, bi taybetî dizanim ku em hemû ne Kurd in. Dixwazin hevgirtina nûçegihanên Tirk ya bi medyaya Kurd û hevpîşeyên Kurd re ceza bikin. Cezayê wan ji bo me ne derbasdar e. Ez li ser kîjan medyayê zext û zordariyê bibînim ez ê bi rêyên demokratîk û aştîxwaz li pişt wan bim. Ji bo vê dubare dikim; ti girîngî, nirx û hikmê vê biryarê ji bo min nîn e.’’