Li eyaleta Saksonyaya Jêrîn a Almanyayê ku şêniyek zêde ya Kurdan lê dijîn, roja 20’ê çileyê hilbijartin pêk tê. Ji partiya Çepgir a Almanyayê siyasetmedarên Kurd Gulten Kelleoglu û Yilmaz Kaba jî dê bikevin pêşbaziyê. Siyasetmedarên Kurd ên ku di Partiya Çep de bûn namzed banga “xwedî li dengên xwe derbikevin” li Kurdan kir.
Almanya dê bi heyecana hilbijartinê bikeve sala 2013’ê. Hilbijartina li Eyaleta Saksyona Jêrîn (Niedersachsen) roja 20’ê Çileyê dest pê dike. Ev eyalet ji bo hilbijaritnên giştî yên li seranserê Almanyayê girîng e. Şêniyek zêde ya Kurdan li vir dijîn.
Partiya Serokwezîr Merkelê CDU di hilbijartinên 2008 de ji sedî 42’yê dengan bi dest xist. Niha nayê zanîn ka dê ev serkeftin careke din bi dest bixe an na. Partiya SPD ji sedî 30, FDP û Kesk jî ji sedî 8, Partiya Çepgir jî ji sedî 7 wergirtibû. Vê carê jî du Kurd ji bo hilbijartinê ji Partiya Çepgir dibin namzed. Gulten Kelleoglu û Yilmaz Kaba ku demek dirêj e di rêveberiya Yekitiya Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) de ye, bûn namzed.
Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç, Parlementerê berê yê Eyaleta NRW’yê Alî Atalan û Parlementera Hamburgê Cansu Ozdemîr tevî civînek a gel bûn û bang li Krudan kir ku destekê bidin her du namzedên Kurd.
Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç bang li Kurdan kir ku dengê xwe bidin her du namzedên Kurd û got: “Divê sala 2013 bibe sala me ya serkeftinê.”
Parlementera Eyaleta Hamburgê ya Kurd Cansû Ozdemîr bal kişand ku di polîtîkayên entegrasyonê de tenê behsa Tirkan tê kirin û got: “Lê divê em Kurd jî xwe bidin nasîn û bidin qebûlkirin. Tenê rêyek a vê yek ew jî ew e ku em bikevin siyasetê û serkeftinekê bi dest bixin” û ji Kurdan xwest ku dengên xwe bidin Gulten û Yilmaz.
Parlementerê berê Alî Atalan jî bang li Kurdan kir ku xwedî li namzedên xwe yên Kurd derbikevin û got: “Divê bi taybet gelê me yê Êzidî yê li bajarê Celleyê xwedî li Yilmaz Kaba derbikevin. Ez bawer im ku bi desteka gelê me Yilmaz dê serkeftineke mezin bi dest bixe.”