Dozgerê berê: Xwedî li polîsê ku Halîm Dener kuştî derketim

Dozgerê berê: Xwedî li polîsê ku Halîm Dener kuştî derketim

Di doza gendelî ku midûrê polîsan yê berê yê Frankfurtê û hinek polîs ketî nav de, tiştek ecayêp derkete holê. Rojnameya Rundschau ya Frankfurtê nivîsand ku, yek ji wana memûrê polîsan yê hate darezandin Klaus B. yê ku sala 1994’an li Hannoverê ciwanê Kurd Halîm Dener kuştiye. Dozgerê berê yê Eyaleta Hessenê Hans Christoph Schaefer jî got, ji bo Klaus rihet be aniye Frankfurtê û ew ji bo xwe bikaraniye.

Ciwanê Kurd Halîm Dener yê 16 salî ku ji ber şer ji Kurdistanê reviya hate Almanyayê, di 29’ê Hezîrana 1994’an de li bajarê Hannoverê dema ku afîş di daleqandin de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. endamê yeketiya operasyonên taybet Klaus T. ji piştê ve ew gulebaran kiribû. Di dadgehê de polîsê ku parastina xwe bi gotina “Stresa min hebû û min zanî ku ew ji qedexeya PKK’ê sûc dike” kir û sebest hate berdan. Polîsê Hannoverê ji wê salê ve heya niha li dijî Kurdan bi pêkanînên tund tê zanîn.

Piştî bi salan li Eyaleta Hessen li bajarê Frankfurtê di derbarê 2 polîsan de doza gendeliyê tê vekirin. Polîsên mijara gotinê çûbûn Brezîlyayê seyahetê û weke ku çûne “seyaheta kar” hemû mezaxtin ji dewletê birîbûn, her wiha di sala 2009’an de jî li Frankfurtê Midûrê Polîsan yê berê yê Sabine Thurau xwedî li polîsan derketibû. Lê belê vêcarê di derbarê Thurau de ji ber îfadeyên direw doz hate vekirin.

Doza polîsên tevlî gendeliyê bûne û şevê polîsan yê berê Thrau roja Çarşemê li Frankfurtê pêkhat. Rojnameya Rundshau ya Frankfurtê ku duh nûçeya dozê çêkir, xwe gihand agahiyên ecêb. Yek ji polîsê ku di hate darezandin Klaus B, rojnameyê xwe gihande nasnameya wî ya rast Klaus T. ku kesê Halîm Dener kuştiye. Rojnameyê balkişande ser ku hêjan cînayeta Halîm Dener nehatiye ronî kirin û destnîşan kir ku, ciwanê Kurd hatiye hedef girtin û qetilkirin.

TÊKILIYA ‘NÊZ’ YA DOZGER BI POLÎSÊ QATIL RE!

Di doza midûrê polîsan yê berê de dozgerê berê yê Eyaleta Hessen Hans Christoph Schaefer jî weke şahid hate guhdarkirin. Dozgerê berê da diyarkirin ku, zavayê hevalek nêz yê Klaus B. ye û got: “Ji bo rihetiya wî em ew ji Hannoverê anî Frankfurtê, ji bo min bûyera berê ya tevlîbûyî xilas bibû. Ji xwe min qet ji wî pirsa vê bûyerê nekir.” Dozger Schaefer aşkera dike ku, ew nêz eleqederî polîs Klaus dibû.

Weke din jî rojnameya Rundshau Frankfurt bibîrtîne ku di sala2007’an de di ser mala 4 Kurdên endamên Komeleya Çanda Kurdan ya Giessenê de girtine û di derbarê vê bûyerê de jî ev agahî dan: “Ev Kurdane ji ber ku dê li Hessenê polîsê bi nasnameyek din jiyan dikir bikuştiban hatine binçavkirin, piştre jî serbest hatibûn berdan. Heta dozgeriya Frankfurtê daxuyaniya ‘ji bo polîs niha tu xeterî tune ne’”.

Qada binavûdeng ya Hannovera Almanyayê Klagesmarkt ku her sal 1’ê Gulanê lê tê pîrozkirin, îsal navê “Halîm Dener” lê hate kirin. Komên dij-faşîst yên Almanyayê balkişadibûn ku, wana ciwanê Kurd Halîm Dener ji bîr nekirine.