Dozger xwest 15 sal cezayê girtîgehê li hevserokê berê yê HDP'yî bibire

Dozgerê dewleta Tirk xwest 15 sal cezayê girtîgehê li hevserokê berê yê HDP'ê yê bajarê Îzmîrê Çinar Altan bê birîn.

Rûniştina duyemîn a doza li dijî hevserokê berê yê HDP'ê yê bajarê Îzmîrê Çinar Altan ku bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hate destpêkirin, li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk hat. Çinar Altan ê ku negirtî tê darizandin û parêzerên wî tevlî rûniştinê bûn. Her wiha rêveberên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) jî tevlî rûniştinê bûn.

Dozger xwest 15 sal cezayê girtîgehê li Altan bê birîn.

Altan û parêzeran li dijî mutalaayê daxwaza demekê kirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û biryar da ku şahidê nepen ê bi navê kod 'Dokûz' tevlî rûniştinê bê kirin. Rûniştin ji bo 28'ê Nîsanê hate taloqkirin.