Dozger ji bo piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza xwest
Di rûniştina doza Ozgur Gundemê de dozger ji bo Şebnem Korûr Fîncancî, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn ceza xwest. Doz hate taloqkirin.
Di rûniştina doza Ozgur Gundemê de dozger ji bo Şebnem Korûr Fîncancî, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn ceza xwest. Doz hate taloqkirin.
Rûniştina doza Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ku bi BHQ (Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan) hatibû girtin, pêk hat.Dozger di danişînê de xwest Şebnem Korûr Fîncanci, Erol Onderoglu û Ahmet Nesîm bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Pesnê sûc û sûcdar dayîn” bên cezakirin.
9’emîn rûnştina doza Nobeta Gerînendeyê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ku bi BHQ’ê hatibû girtin li 13'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Rûniştina dozê ya Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderlioglu, Nivîskar Ahmet Nesîn û Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fincanci ku bi îdîaya "Propaganda rêxistinê" tên darizandin berdewam kir. Di rûniştina dozê de Onderoglu, Fincancî û parêzerê wan li salonê amade bûn. Nivîskar Ahmet Nesîn ji ber ku li derveyî welat bû beşdar nebû.
Di rûniştina dozê de, dozger Abdullah Gul xwest her sê rojnameger bi îdîayên “Propagandeya rêxistinê kirin” , “Pesnê sûc û sûcdar dayîn” û “Tehrika sûc kirinê” bên cezakirin.
Onderoglu û Fîncanci, ji bo ku li dijî mutalaya dozger parastina xwe amade bikin, dem xwestin. Piştre parêzer Merîç Eyuboglû, xwe parast û xwest ji nû ve dosye bê amadekirin.
Parêzer Ozcan Kiliç jî, diyar kir ku di mutalayê de tu lêpirsîn nehatiye kirin û wiha got: “Divê lêpirsîn bê kirin û ji nû de mutala bê amadekirin.”
Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, rûniştina dozê taloqî 15’ê Nîsanê kir û daxwazên ‘bersûc’ û parêzaran red kir.